PolîtîkRojev

Em ê dengê xelkê xwe bigihînin civaka navdewletî

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif li ser armanca xwepêşandanên ku li Rojavayê Kurdistanê li dar dixin eşkere kir ku ew dixwazin dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî ku nirxên kelûpelan her roj zêde dibin, xelk têne girtin û ev jî dibin sedema wê yekê ku xelk ji welatê xwe derkevin û bibin koçber.

Feysel Yûsif li Hewlêrê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser armancên xwepêşandanên ku li Rojavayê Kurdistanê li dar dixin axivî.

Li ser armanca xwepêşandanên li dijî biryarên Rêveberiya Xweser ên zêdekirina nirxên bazarê diyar kir ku ew dixwazin bi van xwepêşandanan dengê xwe bigihînin kesên ku biryar di destê wan de ne û bikarin çareseriyek ji bo rewşa welatiyan bibînin.

Feysel Yûsif diyar kir: “Niha birçîbûn heye, divê alîkariya xelkê were kirin, îro ev biryar têne dayîn weke zêdekirina nirxê mazotê, ji nan bigre heta çûnûhatinê, her tişt bandorê dibîne.”

Yûsif li ser dema xwepêşandanan eşkere kir: “Sibe saet 5 (roja înê 24ê Îlona 2021ê) xelk dê derkevin û li ber Neteweyên Yekbûyî dengê xwe bilind bikin.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê li ser daxwazên xwe yên bi rêya xwepêşandanan diyar kir ku ew dixwazin dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî ku nirxên kelûpelan her roj zêde dibin, xelk têne girtin û ev jî dibin sedema wê yekê ku xelk ji welatê xwe derkevin û bibin koçber.

Back to top button