Gotina hevserokên YNK û partiya wan yek nagrin

Piştî ku Mekteba Siyasiya YNK helwesta xwe ya di derbarê biryarên Hikûmetê ragihand, Lahor Şêx Cengî li peyamek da hişyariyê dide û dibêje eger Hewlêr û Bexda rêknekevin wê beşdariya xwe ya li Parlemen û Hikûmetê de hilweşînin.

Mekteba Siyasiya YNK êvariya dûşemê civiya û îro 23.06.2020 daxuyaniyek belavkir û piştevaniya xwe li tîma YNK li Hikûmetê derbirî û biryara Hikûmetê bi neçarî bi navkir.

Daxuyaniya Mekteba Siyasî ya YNK li medyayên YNK de hate belavkirin, lê belê piştî çend demjimêrek îro hate rakirin.

Piştî ku Lahor Şêx Cengî hevserokê YNK peyameke cûda ji daxuyaniya Mekteba Siyasî belavkir û ragihand “Encûmena Serkirdayetî dicive, eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê negihe rêkkeftinekê, şefafiyet nebê li xercî û dahatê, YNK naçê bin barê mûçe birînê. Beşdariya li Parlemen û Hikûmet û hilbijartina pêşwext yek ji wan bijardeyên me dibe”.

Nerîna min :