Tan HDP tevlîhev kir
Gotina Altan Tan bû sedemê qeyranekî mezin di nava HDPê de.Gotinek ya Altan Tan di nava HDPê de bû sedemê qeyrana siyasî. Sedemê vê yekê ne pirsa kurd yan jî pirsek siyasiye.Li Tirkiye Weqfa Ansar heye. Dibistanên vê weqfê hene û zaroka dide xwendin. Ji berî niha demekî di dibistanên Weqfa Ansar de pirsgirêkek ya cinsî çêbû. Mamustayek di pirsa cinsîde destdirêjahî li zaroka kiriye. Ev mamusta bi vê îthamê hatiye girtin û di girtigehê de ye.Ev pirs kete rojeva siyasî ya Tirkiye de û ev bi rojane tê minaqeşekirin. Heta gotinên nexwes di navbera siyasiyên AKPê û CHPê de derbas bûn. Erdogan û Kiliçdaroglu gotinên nexweş ji bo hev serf kirin.Di gotarekî de parlementerê HDPê Altan Tan jî got ku; Herkse behsa istismar a cinjî li Weqfa Ansar dike, ma ewên balê hîn dibin bi cinsî nayên istismar kirin.Li ser vê gotinê di nava HDPê de pirsgirêkek mezin derket. Berdevkê HDPê daxuyanî da û got: Emê di rêveberiya partiyê de vê pirsê gotubêj bikin. Herweha meclisa Jinên HDPê jî li dijê Altan Tan derketin û ew jî dê vê pirsê di meclisa xwe ya jina de minaqeşe bikin.Piştî van herdu civîna çarenûsa Tan di nava HDPê de kifş dibe.