Goran: Divê kurd bi hevrebin
Hewlêr – Tevgera Goran a Herêma Kurdistanê daxuyakirin ku, ger Hevpeymaniya Kurdistanê bi aliyên serkeftî yên hilbijartina Iraqê re koalisyon an jî hevpeyanî çêbikê ew ê piştgirî bidin.
goran logoŞoreş Hecî ku ji lîsteya Goran a Hewlêrê wek parlamenter bo Parlamentoya Iraqê hate bijartin ji AKnewsê re got, divê bo vê 4 salên pêşiyê, di siyaseta Iraqê de kurd di nava yekitî û pevrebûnê tevbigerin.
Hecî got, divê êdî Hevpeymaniya Kurdistanê qebûl bike ku Tevgera Goran li Herêma Kurdistanê di rêza duyem de hatiye û domand, “Wek aliyeke siyasî, berê ku Hevpeymana Kurdistanê bi aliyekî re hevpeymanî çêkir divê agahî bide me.”
Hecî got, ger derbarê hevpeymaniyan de bêne agahdarkirin, ew ê piştgiriyê bidin Hevpeymana Kurdistanê û ger wiha nebê ew ê piştgirî nedin.
(AKnews)