Cîhan

Google, Exxon Mobile Corp li paş xwe xist

Li gor raporeke ku li Amerika belav bûye, navên kompanyayên herî girîngên Amerikayê hatine destnîşankirin û li gor vê rêzbendê Apple yekemîn Google dûyemîne.

Her wiha Google, li nava rêzbendên Amerikayê de kompanya navdare Exxon Mobile Corp li paş xwe xist û piştî kompanya Apple li rêzbenda dûyem de cihê xwe girt. Li gor raporê dahata Google 393.5 milyar dolare, kompanya Exxon Mobile Corp bi 1 milyar dolaran li paşxwe xistiye. Dahata Apple jî li serê rêzbendêye 465.5 milyar dolare.

Google di derbarê vê pêşketina xwe de daye zanîn ku cîhana teknolojiyê roj bi roj pêş dikeve û ev pêşketin bûye sedema pêşketina wan jî. Exxon Mobile Corp piştî 84 salan rêza xwe ji bo Google bi cîh dihêle.

Back to top button