Dosya
Girtina Rojê ya 2011
Girtina rojê ya 2011 di 4’ê Rêbendanê roja sêşemeyê de pêk were. Girtina Rojê ya nîvî li tevahî Kurdistanê jî xuya bibe.
Girtina Rojê ya Nîvî di serî de bakurê Swêdê û Ewropa, Bakurê Efrîqa, Rojhilata Navîn û li Asyayê Navînê de bihête dîtin.
Siya Hîvê li serê dinyayê cara ewil li bakurê Cezayîrê xwe bide nîşandan pişt re jî ber bi rojhilatê ve tevbigere.
Girtina Rojê ya Nîvî li seranserê Kurdistanê jî xwe nîşan bide.
Zanyarên cihanî dan zanîn ku di sala 2011’an de 4 car Girtina Rojê ya Nîvî û 2 car jî Girtina Hîvê pêk were.
Girtina Rojê ya herî dawî di 11’ê Tîrmeha sala 2010’da li Başurê Pasîfîkê hatîbû dîtin. Girtina Rojê ya dî jî di 13’ê Sermaweza 2012’de xuya bibe.