Civak

Gever dişewite

Şevîdin ve şerê di navbera çekdarên PKKê û hêzên asayişa Tirk li Geverê giran bûye.Şevî din ji derengê şêvê heta vê sibehê dengê topan nesekiniye.Vê sibehê hêzên artêşa tirk bi tank û çekên giran ketin nava Geverê û li 6 taxên Geverê li mala digerin û cihê ku dengê fîşekî jê tê didin ber topan.Ji aliyekî ve ji bombeyên çandî têne teqandin. Li Geverê  heta niha di derbrê kuştî û birîndaran de tu agahdariyek dirust tuneye.Wek tê zanîn ji 13ê Adarê heta niha li beşek yê Geverê derketina derve qedexeye.Her şer ji hingêve berdewam e.Ew taxên ku şer lê heyîn valene û hemwelatî ji Geverê koçber bûne.

Back to top button