Polîtîk
Geştên asmanî yên navbera Qahîre û Hewlêrê dest pê kirin
Duhî yekemîn balefira hêla asmanî ya Misirê gehişte balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê û bi vî awayî geştên asmanî yên di navbera Qahîre û Hewlêrê de bi fermî dest pê kirin.
Berpirsê karûbarên bazirganî û abûrî yê konsolxaneya Misirê a li Hewlêrê ragihand ku, piştî vekirina Konsolxaneya Misirê li Hewlêrê, bi mebesta bihêztirkirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû welatan de biryar hate dayîn ku, geştên hêla asmanî ya Misirê jî ji bo Hewlêrê dest pê bikin û îşev jî (duhî bi şev) ev biryara han bi awayekî fermî hatiye cîhbicîhkirin.
Hatina yekemîn balefira Misirî bo Kurdistanê û rûnîştina vê belefira han li ser axa Kurdistanê ahengeke gelek girîng û Dîrokî ye ji bo bihêz kirina peyvendiyên di navbera her dû welatan de.