Cîhan

Xameneyî: Hilbijartin bo ser emniyeta Îranê tehdîd e

Rêberê şoreşa Îranê behsa hilbijartinên parlamentoya Îranê ku, biryare di meha adara sala 2012ê de bên kirin, kir û got ew hilbijartin ji bo ser emniyeta netewiya Îranê tehdîdek cidî ye û daxaza yekhelwestiyê ji hevwelatiyên îranî kir.

Duhî di gotara nimêja roja cejnê de, Elî Xameneyî rêberê şoreşa komara Çslamiya Îranê got: ”Hilbijartinên parlamentoya Îranê di meha sala 2012ê de ji bo ser asayîşa netewiya Îranê tehdîdek cidî ye.”

Li gor çavdêrên siyasî tê texmîn kirin ku di hilbijartinên parlamentoya Îranê yên dahatû de, rêjeyeke kêm ji hevwelatiyên îranî beşdariyê di hilbijartinan de bikin û tê çaverê kirin ku careke din xwepêşandan li sertaserî Îranê dest pê bikin û rewş ber bi aloziyê biçe.

Elî Xameneyî (72) got: ”Di dawiya kalandera farisî de,hilibjartin tên encam dan. Sipas ji bo Xwedayê mezin ku hilbijartin li welatê me gelek bi asayî û bê pirsgirêk, neweke li hindek welatên pêşkeftîyên cîhanê ku hilbijartin pire ji xiyanet, milmilanê û kîn û heta kuştinê jî, bi rêve diçin. Lê tevî vê jî pêwîste em hişiyar bin da hilbijartinên bên ziyanê negihînin welatê me.”

Weke tê zanîn di hilbijartinên serokatiya Îranê de, dema Ehmedînejad bo serokatiyê hatî hilbijartin, aliyên opozisyonê got ku saxtekarî di hilbijartinan de hatiyer kirin û xwepêşandan dest pê kirin. Li gor hin çavakaniyan nêzîkî 100 hevwelatî hatin kuştin. Desthilatdarên parêzerên şoreşa îsalmî ditirsin ku di hilbijartinên bên de jî ew bûyer dubare bibin.

Back to top button