Polîtîk

Civata Niştimanî dûbendiya kurdan kûrtir kir

Heftiya borî di rojên 21,  22 û 23ê tebaxê de, hêzên opozisyona Sûriyê bi armanca pêkanîna serkirdayetiyeke demkî bo birêvebirina serhildana gelên  Sûriyeyê li dijî desthilatê, li bajarê Stenbolê li Tirkiyê civînek saz kirin û tê de projeya avakirina  Civata Niştimanî ya Sûrî hat amadekirin û ji hemû aliyên opozisyonê re hat şandin.

Weke her car, aliyên kurdî li hember beşdarîkirinê di wê civîn û civatê de, ne hevhelwêst bûn. Beşek ji partiyên kurdi beşdarî civînê bûn û beşek din boykota civînê kir.

Endamê serkirdayetiya Partiya Çep ya Kurd li Sûriyê Şelal Gedo, derbarê civîna Stenbolê ji Rûdawê re got: “Li gor agahiyên min dawetname bo bizava kurd nehatibû rêkirin, ne bo nûnerên bizava kurd li derveyî welat û ne jî bona yên li hundir.”
Derbarê beşdarîkirina kurdan di civîna Stenbol û civata niştimanî de jî Gedo got ku, eger hinek kurd beşdar bûn jî, ew tenê nûnertiya xwe dikin ne ya Civata Siyasî ya Partiyên Kurdî ku ji nûnerên 11 partiyên Kurdî yên rojavayê Kurdistanê pêt tên.  

 Çalakvan û nivîskarê kurd ji rojavayê Kurdistanê Berzan Behrem rexneyan li vê civîna opozisyonê ya dawî li Stenbolê û ragehandina Civata Niştimanî digire û dibêje:
– Îxwam Musilmîn dixwazin sûd ji wê guherînê werbigirin ku nêzîk e li Sûriyê çêbibe û dixwazin bixin xizmeta berjewendiyên xwe yên taybet de. Hikûmeta Tirkiyê bi her hawî piştgiriya grubên Îslamî dike û hewl dide wan bîne pêş. Bi baweriya min ev kongirê Stenbolê û civata niştimanî serkeftî nabe, çimkî piraniya opozisyona Kurdî û Erebê ya Sûriyê serdestiya Îxwan Musilmîn red dikin.
Berzan herwiha got ku beşdarîkirina kurdan bi awayekî lawaz di civatê de dibe sedemekî serekî bo têkçûna wê civatê:
– Her civîn û kongireyeke opozisyona Sûriyê bêyî beşdariyeke aktîv ya pêkhateya kurd bisernakeve, lewma hemû aliyên opozisyonê divê wê yekê liberçav bigirin û cihê sazkirina civîn û kongiran bi awayekî baş destnîşan bikin.

Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Ebdulbaqî Yûsiv ku nû ji wê civîna Stenbolê vegeriyaye, derbarê beşdarbûna wan û redkirina beşdarîkirinê di vê civîn û Civatê de ji aliyê hinek partiyên Kurdî yên dî, ji Rûdawê re got:
– Di civîna pêkanîna Civatê de biryarek hebû ku divabû helwêsteke diyarkirî hebe li himber rêjîma Sûriyê, lewma aliyên ku hê jî hêviya wan bi gotûbêjan heye ligel rêjîmê, nedibû di civîneke bi vî rengî de amade bibin.

– Armanca civînê ew bû civateke niştimanî bê dirustkirin ku bi rengê parlamentoyeke demkî ye bona qonaxa piştî rûxandina rêjîmê, lewma nedibû ew alî bên beşdarîkirin ku helwêsta wan derbarê jinavçûna rêjîma Sûriyê yekalî nekirine, pir alî hene hêviya gotûbêjkirinê ligel rêjîmê qut nekirine. Ev civînek bû, ne ku kongire û konfirans û kesayetiyên diyarkirî yên siyasî û akadîmîk hatibûn dawetkirin.
Ebdulbaqî Yûsiv red kir ku ev beşdariya wan tê wateya peydebûna dûbendiyê  di rêza wan 11 partiyên Civata Siyasî ya Partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê pêk aniye.
– Em weke civata partiyên siyasî yên kurdên Sûriyê daxwaza dikin ku,  neteweya kurd weke pêkhateyeke gelê Sûriyê û çareserkirina kêşeya kurd bi awayekî demokratîk di çarçoveya Sûriyê di destûra nû de bê tesbît kirin û ev herdû daxwazên gelê kurd di projeya destûrê amadekirî bo Sûriyeya piştî rûxandina rêjîma Sûriyê hatin çespandin.

Yûsiv got jî ev proje ji bo hemû partiyên Sûriyê û civînên opozisyonê tê şandin, yên ku di hundirê 15 rojan de pesend dikin tevî kongireya dahatû dikin ku tê de civata niştimanî ya Sûriyê tê diyarîkirin li gor pêkhateyên neteweyî yên Sûriyê û li ser bingeha wîlayetan û hejmara rûniştevanên her wîlayetekê. Vêce piştre ev civata siyasî bi heman awayî desteyeke cîbicîkar dadmezirîne, li ser heman bingehî.

Back to top button