Cîhan

Geştên asmanî yên Hewlêr û Moskowê nirxandin

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsya peywendiyên Hewlêr – Moskowê guftûgo kirin

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsya li Iraq tekez li ser pêşxistina zêdetirê peywendiyan û serdanên zêdetirê şandên her du aliyan kirin û hevrê bûn ku peywendiyênî Hewlêr – Moskowê bi tenê li warê alîkariya uzeyê da nemînin û berfirehtir û cûr bi cûr bêne kirin, bi taybetî jî li her du warê çandin û pîşesaziyê da, ji bo vê mebestê jî ji her du aliyan ve hengavên kirdarî bêne avêtin û nûnerên Herêma Kurdistanê beşdarî li şandên Iraqê da yên li Rûsyayê bikin.

Berî nîvroya îro sêşem 01/12/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Maksim Maksimov Balyozê Rûsya li Iraqê û şandeke li gel kir.

Li civînê de ku birêz Konsolê Giştî yê Rûsya li Hewlêrê amade bû, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Rûsya, karê kompanyayên Rûsî yên Uze û enerjiyê li Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, metirsiyên terorê û rûbirûbûna Da’îş û çend pirseke dinê girîngê hevbeşbûn xistin ber behs û guftûgoyan.

Her du alî tekez li wê yekê kir ku derfet û bingeheke baş heye ku peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Rûsya berfirehtir û cûr bi cûr bêne kirin û li qonaxên paşerojê de girîngiyeke zêdetir bi pêşxistina peywendiyên wan yên li her du warên çandin û pîşesaziyê da bê dayîn, her wiha hêsankarî li warê hatin û çûna di navbera Herêma Kurdistan û Rûsya bê berfiretir kirin, ji bo vê mebestê jî bîrokeya hebûna geşta asmaniya raste rast ya Hewlêr – Moskowê hate guftûgokirin.

Back to top button