Bexda Herêma Kurdistanê piştguh bike dê Iraq ber bi wêraniyê ve biçe

Di hevpeyvînekê de ligel malpera KDP.info, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî dibêje, li Parlemantoya Iraqê bi piraniya dengan û bê lihevkirinê yasa derdikevin, ku ew yasa li dijî berjewendiyên xelkê Kurdistanê ne, eger ev yek berdewam be dê Iraq ber bi wêraniyê ve biçe. Niha danûstandin di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hene û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hikûmeta wî nêta çareseriyê li cem wan heye. Nabe Kurdistan were piştguhkirin û ji zemanê Melîk Mehmûd û Barzaniyê nemir ve ev yek nehatiye qebûlkirin û niha jî nayê qebûlkirin.

Sefîn Dizeyî ragihand: “Ew bingeha ku Iraqa nû di navbera siyasetmedarên Iraqê de hatibû danîn, ket nava Destûrê Iraqê. Lê mixabin niha siyasetmedarên Iraqê destûr cîbicî nakin û destûr tê binpêkirin. Eger destûr were cîbicîkirin ev pirsgirêkên ku niha li Iraqê hene, çênabin.”

Dizeyî wiha got: “Li Parlemantoya Iraqê bi piraniya dengan û bê lihevkirinê yasa derdikevin, ku ew yasa li dijî berjewendiyên xelkê Kurdistanê ne, eger ev yek berdewam be dê Iraq ber bi wêraniyê ve biçe. Niha danûstandin di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hene û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hikûmeta wî nêta çareseriyê li cem wan heye. Nabe Kurdistan were piştguhkirin û ji zemanê Melîk Mehmûd û Barzaniyê nemir ve ev yek nehatiye qebûlkirin û niha jî nayê qebûlkirin.”

Sefîn Dizeyî wiha domand: “Mixabin şandên me diçin Bexdayê û ligel Hikûmeta Iraqê lihev dikin, lê hêzek li wir heye ku nahêle ew lihevkirin û rêkeftin werin cîbicîkirin. Divê Kurdistan ne wek parêzgeheke Iraqê be, ji ber ku Kurdistan xwedî destûr û dezgehên xwe ye.

Dizeyî ragihand: “%50 ji wîstgehên karebeyê yên Kurdistanê bi gaza sirûştî kar dikin, lê ji niha û heya salekê yan 2 salan dê %100 wîstgehên Kurdistanê bi gaza sirûştî kar bikin û gaza ku zêde jî bimîne e dikarin bifroşin. Divê em bi dahata petorlê sektorên geştûguzariyê û tendirûyê û pîşesaziyê.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: