Nivîsar

Gerdenzerî: Ermenî dixwazin Êzdî û Kurdan ji hev cûda bikin

Stranbêjê navdarê Kurd Keremê Gerdenzerî di derbarê jenosayda Ermeniyan de li ser rûpela xwe ya tora civakiya facebookê peyamek belav kiriye û hişyariyê dide Kurdên Êzdî û dibêje: Ermenî dixwazin Êzdiyan ji Kurdan veqetînin û wan wekî neteweyê Ermenî nîşan bidin, ez hêvî dikim hûn hişyar bin û nekevin lîstoka dewleta Ermenîstanê.

Keremê Gerdenzerî di peyama xwe de dibêje:

Geli cahelen (ciwanen) Êzdiya,
Silavê mim ji bo we, de û bavê we, malbata we.
Roja îro milete ermeniya (file) ezdiyara dibejin, milete ezdi u zimane ezdeki, armanca (цель) wan çiye? ezdiya ji milete me kurda başqe dikin.
Em, hamu Ezdi gereki bizanbin, mixabin çima henek diroknase ermeniya be Xwede,
iro derde ezdiya dikşinen. Dibejin ezdi ji kurda mileteki başqeye.
Dereca ve mesele evaye.
Imperatora Russa dewleta Armeniya avakirine ser arde, axa kurda.
Ew ard, ketibu sinore imperatora Russyae, paşi şere Russa u Osmaniya, nave we axe Russa danibun, Parêzgeha (губерния, province) Rûssî ya Erêvanê.
Paşi şoreşa Russyae, dewleta russa kete deste sosialista b serokatiya Lenin.
Lenin derxist kanune (Law) nu,
nave Parêzgeha (губерния, province) Rûssî ya Erêvanê, danin Respublik Armeniya,
russa avakir dewleta fila.
Fila despekr diroke xwera binivisen, çi diroka kevn hebu, ya me ezdiya milete me kurda, fila ser nave xwe nivisine.
Roja iro henek diroknase ermeniya be Xwede be Bext, dixwezin kurde me Ezdi u kurde Zaza ji milete kurda başqe bikin, ji bo diroka milete me kurda kevnar xwe halal kin.
Gavek maye, ew diroknase fila be Xwede bejin, Ezdi u Zaza ermenine.
HEŞIYAR BIN GELI BIRA, IZNA ME TUNEYA, EM DIROKA MILETE XWE KEVNAR WINDAKEN.

https://www.facebook.com/kerem.gerdenzeri

Back to top button