Civak

Generalên tawanbar tên ceza kirin

Li Tirkiye doza Balyozê ber bi encamê ve diçe.Di doza balyozê de 365 kes tên dadgehkirin û ji wan 250 kes girtîne. Dozer di derbarê kesên tên dadgehkirin de daxwaznama xwe ji dadgehêre da kifşkirin. Dozer kesên ku doza balyozê de tên darizandin ji bo înkilabek leşkerî pêkbînin tawanbar dît û nîzikî 20 salan cezayê girtigehê ji bo tawanbaran daxwaz kir.

Tê zanîn ku di nav hêzên çekdarên Tirkiyê de gelek general û efserên bilid amdebûnek dikiran ku înkilabek leşkerî bikin. Di vê çerçovê de gelek general hatin girtin û ketin girtigehê de.

Niha çav hemî li biryara dadgehê ye. Ka gelo dê dadgeh guh bide daxwaziya dozer yan jî dê cezayek din bide tawanbarên doza Balyozê.

Back to top button