CivakRojev

Generalê li ser sinor bi tohmeta kaçakçitiya mirovan hate girtin!

Bîlal Çokay generalek Tirk e û li devera Girê Spî li ser sinor erkdar bû. General li ser xeta sinor kaçakçitiya mirova dikira û ev hate tesbît kirin. General hate girtin û ji aliyê wezareta bergiriya Tirkiye ve hate teqewît kirin. General li Enqere girtin û kirin girtigehê. Niha jî ji bo dadgehkirinê anîn Ruhayê.

Li gor nûçeya ANKAyê Tûggeneral Bîlal Çokayê ku ji ber îdiaya “Bi wesayîtên fermî qaçaxçitiya mirovan” li ser sînorê Sûriyeyê teqawît bû, bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Akçakaleya Şanliurfayê roja borî li Enqereyê hat binçavkirin. Çokay anîn navçeya Akçakaleya Şanliurfayê û li wir lêkolîn hat kirin. Çokay piştî îfadeya li dozgeriyê ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Dema îdiaya ku Çokay bi wesayîta xwe ya fermî qaçaxçitiya mirovan dike derket rojevê, Wezareta Bergiriyê jî bûyer piştrast kir û ragihand ku der barê Çokay da lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şêwirmendê Çapemenî û Têkiliyên Giştî yê Wezaretê general Zekî Akturk ev daxuyanî da: “Di çarçoveya lêpirsîna destpêkê ya veşartî de ji aliyê Serdozgerê me yê Akçakaleyê ve biryara binçavkirinê hat dayîn. Pêvajoyên îdarî û dadwerî yên derbarê mijarê de bi hev re berdewam dikin. Pêvajoyên îdarî li gorî geşedanên pêvajoya darazê dê bidomin. Her kesê ku di nav Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de li dijî dîsîplîn û qanûnê tevbigere, bêyî ku pileya wî berbiçav bê girtin dê bi vî awayî re rûbirû yê dadgehê bibe.”

Back to top button