Biden û Trump weşana zindî de hatin himber hev
DYA ji bo pêşbirka serokatiyê ya ku dê di 5ê Mijdara 2024an de pêk were xwe amade dike. Joe Biden û Donald Trump, ku herî dawî ji bo Hilbijartina Serokatiyê ya 2020-an di 22-ê Cotmeha 2020-an de hatin pêşberî hev, di Hilbijartina Serokatiyê ya 2024-an de yekem car qertên xwe parve kirin. Weşana ku ji hêla CNN ve li Atlantayê hate pêşkêş kirin, bi qasî 1,5 demjimêran dom kir. Bernameya ku tu temaşevan lê amade nebûn ji aliyê Jake Tapper û Dana Bash ve hat birêvebirin.
Li gorî qaîdeyan, Serok Joe Biden di nîqaşê de qata yekem girt. Gotina dawî ya Donald Trump bû. Balkêş bû ku her du kesên ku derketin ser dikê beriya ku biçin ser podyûma xwe destên hev negirtin û nehejandin.
Duel bi pirseke li ser bilindbûna enflasyonê û bilindbûna bihayan li Amerîkayê dest pê kir. Pirsa pêşî ji Biden re hat kirin wiha bersivand:
“Aboriya ku birêz Trump dema ku ez bûm serok ji min re hiştibû, di rewşeke karesatê de bû. “Rêjeya bêkariyê ji sedî 15 zêde bû, me zêdetirî 40 hezar kar çêkirin”
Trump got, “Di dîroka welatê xwe de aboriya herî baş me hebû, her kes ji me bandor bû. Gelek kesan rewşa me bi erênî dinirxand.
Trump: Me aboriya DYA bi efûya bacê xurt kir. Dema min teslîmî wî kir, enflasyon tune bû, di heyama wî de zêde bû. Ji bo Afganîstanê, ez ê bi rûmet ji wir derkevim. Di bin rêveberiya Biden de gelek kes mirin. Rêz li DYA nayê girtin, di bin rêveberiya Biden de DYA bûye welatekî Cîhanê yê 3’yemîn û wî zirareke mezin daye welat.
Pirsgirêka kurtajê
Trump: Dadgeha Bilind ev yek red kir, û ez bi vê yekê razî me. Row v wade biryar hat girtin û her kesî heman tişt xwest. Min 3 dadger jî Dadgeha Bilind tayîn kir . Dewlet bi serê xwe biryarê didin, ez bi îstîsnayan bawer dikim. Ev kesên radîkal dixwazin di meha 8 an jî 9’an de zarokekî jiyana xwe ji dest bidin, me ev biryar dîsa da dewletan.
Biden: Tiştê ku we kir tiştek tirsnak bû. Fikra ku ew li dijî vê yekê ne pêkenok e, ev zilam dibêje ku dewlet bi xwe biryara xwe didin. Lêbelê, bi dewletan re sînorek 6 hefte heye, gelek jin jî nizanin ku di 6 hefteyan de ducanî ne. Ez piştgiriya Row v wade dikim, ew di navbera jin û dewlet û jin û doktor de ye. Yên herî dawî der barê jinan de biryaran didin siyasetmedar in.
Trump: Gelek jinên ciwan hatin qetilkirin. Ji ber ku wî sînorê me vekir û rê da kujeran derbasî welatê me bibin ev yek çêbû. Tê xwestin ku zarok di meha 9an de were dinyayê
Biden: Row v wade vê yekê piştgirî nake, derew e. Ev biryar tenê eger jiyana jinê di xetereyê de be tê dayîn. 51 sal ev qanûn rast bû û parêzeran parastin dikir. Vî zilamî paşê ev biryar paşve kişand.
Pirsgirêka koçberiyê
Biden: Dema em li hejmara polîsên li ser sînor dinêrin, êdî kes nikare sînor derbas bike. Dema ku ew serokkomar bû, wî dixwest pitik û malbatan ji hev cuda bike, lê min ev yek nekir. Min qanûn guhert, niha ji sedî 40 kesên ku sînor derbas dikin bi rêyên qanûnî dikevin hundir.
Trump: Sînorên welatê me yên herî ewle welatê bûn, gerek wî tenê rewşa heyî biparasta. Sînorên me ji terorîst, qatil û nexweşên derûnî re vekir. Di dawiya serdema serokatiya min de sînorê herî ewledar di dîroka me de hebû, niha sînorê herî xirab li ber destê me ye
Biden: Yekane terorîstê ku sînor derbas kir di dema rêveberiya wî de bû. Endamê El Qaîdeyê 3 leşker kuştin.
Trump: Her dewletê politikaya sinor dimeşand, niha Sûcên nedîtî tên kirin. Em êdî welatekî bê medenî ne, Şervanên me li kolanan dijîn, û ew di otêlên luks de dijîn.
Biden: Ev derew e.
Şerê Rûsya û Ûkraynayê
Trump: Ger Pûtîn rêz li Biden bigirta, Rûsya qet êrîşî Ukraynayê nedikir. Afganîstan ew qas şerm bû ku Pûtîn lê temaşe kir û got em ê dagir bikin çêtir e. Ez bi wîre axivim ev xewna wî bû.
Bi heman awayî Îsraîl jî îşgal nake. Îran ji min ditirsiya, di dema desthilatdariya min de li wê herêmê ti nakokî çênebû.
Biden: Min di jiyana xwe de bêtir derew nebihîstiye. Îraniyan di dema desthilatdariya we de li mejiyê leşkerên me xistin.
Me zêdetirî 100 hezar Amerîkî ji Afganîstanê derxistin.
Vî zilamî Pûtîn teşwîq kir ku hûn çi dixwazin bikin. Pûtîn got ku ew ê di nav 25 rojan de bigire, wî dixwest ku Kîevê bigire, lê wî nekarî. Bi hezaran leşker winda kirin.
Trump: Şertên Pûtîn nayên qebûlkirin, ev şerekî ku diviyabû dest pê nekira bû. Ger serokekî me yê baş hebûya dest pê nedikir. Dema Zelenskiy tê vî welatî bi 6 milyar dolaran vedigere. Ez ê vî şerê di navbera Pûtîn û Zelenskiy de beriya ku were hilbijartin çareser bikim.
Biden: Pûtîn sûcdarê şer e, bi hezaran kes kuştin. Pûtîn ger Ukraynayê bigire dest xwe nagire, ew dixwaze Împaratoriya Sovyetê bîne. Em pera nadin Ukraynayê, em çekan didin.
Pevçûnên Îsraîl û Hemasê
Biden: Netanyahu û Neteweyên Yekbûyî plana ku min pêşkêş kir pejirand. Tişta ku Îsraîl red dike, bikaranîna bombeyên 2 hezar lîreyî ye, êdî em nadin Îsraîlê. Em ê Hamasê bidin sekinandin, me Hamas gelekî qels kir.
Trump: Em vegerin Ukraynayê, welatên Ewropayê ew qas kêm pere ji me xerc kirin, çima me bi sed hezaran mîlyar dolar zêdetir xerc kir? Divê zêdetir pere bidana, bandora wan zêde dibe, di navbera me de okyanûsek heye.
Ger ez dest bi wezîfeyê bikim dê li Îsraîlê guhertineke mezin çêbibe.
Biden: Min qet ehmeqiyeke wiha nebihîstiye, ev zilam dixwaze ji NATOyê derkeve. Ger li Ewropayê şerekî mezin derkeve dê çi bibe? Haya wî jê tune ku ew behsa çi dike. Ti şerekî di nava Ewrûpayê de tenê bi Ewrûpayê re sînordar nebû.
6ê Çileya Paşîn, 2021 Serdegirtina Kongreyê
Trump: Di 6ê Çile de sînorê me pir baş hebû, kes nedihat welatê me, em prejtîjê bûn. Di 6’ê Çile de ji aliyê cîhanê ve em bûn xwedî hurmet. Xala ku di derbarê prestîja DYA de bi vî mirovî re hatî, tirsnak e. Ji me re rêz girtin û niha jî dikenin.
(Derbarê kesên di kongreyê de kom bûne) min got bi awayekî aştiyane û welatparêzî kom bibin. Min got ez bi tevahî berpirsiyariya 6ê Çile hilgirim.
Biden: Wî van kesan teşwîq kir ku Kongreyê dagir bikin. Ez bi saetan li Ofîsa Oval rûniştim. Wî got ku ew ê efûyê bide wan, ew hatin darizandin û cezakirin. Trump dixwaze careke din li welat xwîn birije.
Trump: Hin ji wan ew qas bêguneh bûn ku we jiyana gelek kesan wêran kir.
Pirs ji Trump re: Te got piştî ku ez sûcdar hatim dîtin, niha mafê min heye ku li dû her dijberekî siyasî biçim. Hûn dikarin vê yekê zelal bikin?
Trump: Min got bersiva min serkeftin e. Zarokê wî jî pir sûcdar e, lê ji ber dema qedexeyê nikare bê cezakirin. Joe Biden jî dibe ku piştî emrê xwe were mehkûm kirin. Min tiştek xelet nekir, sîstem hat xerakirin.
Biden: Tu bêhiş î. Ji bo tacîzkirina jinê sûcdarkirin heye, tu çi dibêjî? Te têkiliya seksî bi lîstikvanek fîlima mezinan re kir.
Trump: Min bi lîstikvanekî sînemaya mezinan re têkiliya seksî çênebû, ez ê vê dozê îtîraz bikim û bi ser bixim. Hakimekî demokrat yê tirsnak hebû. Di dema dozan de deng û bexşên min zêde bûn.
Krîza avhewayê
Trump: Min av paqij kir, min hewa paqij kir. Me di 4 salan de hejmarên hawîrdorê yên avhewa yên herî baş çêkirin.
Biden: Ez meraq dikim te ji ku bihîstiye te çi gotiye. Min qanûna herî berfireh a guherîna avhewayê îmze kir. Wateya ava herî paqij çi ye? Wî ji bo avhewayê tiştek nekir, ji Peymana Parîsê derket û ez tavilê vegeriyam.
Trump: Bi mîlyaran dolar xerc kir, Çîn û Hindistanê me xira kirin, ji ber vê yekê ez ji peymanê derketim. Kesî ji me zêde xerc nedikir.
Temenê namzetan
Biden: Beriya her tiştî ez di nîvê kariyera xwe de ciwantirîn kesê siyasetê bûm. Ez duyemîn kesê herî ciwan bûm ku ji bo Senatoya Dewletên Yekbûyî hate hilbijartin.
Ez piştrast dikim ku bi mîlyaran dolar veberhênan ji bo tamîrkirina wêraniya ku wî li dû xwe hiştiye. Ez ji axaftinên li ser me ev welatê têkçûyî fam nakim. Min qet axaftineke wiha nedîtiye. Em welatê herî bi hêz ê cîhanê ne, her kes bi me bawer e.
Trump: Min du ceribandin girtin, her du jî bi tenduristiya derûnî ya min ve girêdayî ne, ku wî nekir, tenê yek ji van ceribandinan. Ger Biden testa derûnî bikira, nikarîbû bersiva 5 pirsan jî bide. Ez di rewşek pir baş de me, du şampiyoniyên min ên golfê hene. Min ew vexwendi maça golfê, çend metreyan jî nikare topê lêxe.
Biden: Ez dixwazim bi Trump re testa ajotinê bikim.
Pirs ji Trump: Hûnê encamên hilbijartinê qebûl bikin?
Trump: Belê, ger hilbijartinek adil û azad be.
Biden: Piştî hilbijartinê em ê dengên we bibînin, hûn her tim îtîraz dikin. Ti dadgehek li Dewletên Yekbûyî negot ku îdîayên we rast in. Tu delîlek ku dengên wan hatine dizîn an jî tiştek tune ye.