Cîhan

Generalê Îraqî lı ser xala sinorê Surî(Qaimê) ye

General û cîgirê fermandarê operasyonên hevbeş ligel şandeke pilebilind a leşkerî gihîştin devera Qaimê ya li ser sînorê Sûriyê.

Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê, roja şemiyê lîwa 1 Ebdulemîr Reşîd Yaralla û alîkarê fermandeyê operasyona hevbeş Qaîs Mihemedawî îro Şemiyê gihîştin deriyê Qaimê.

Li gorî daxuyaniyê, ev serdan beşeke ji temamkirina berdewam a planan û serdanên hemû hêzan ji bo rûbirûbûna her pirsgirêkekê.

Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetirî 600 kîlometre sînorên hevbeş ligel Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene.

Hikûmeta Iraqê ji bo tundkirina sînorê xwe tedbîrên curbecur girtine, di nav de danîna dîwarên beton, kaniyên BRC, têlkirin, kamerayên termal, bircên çavdêriyê, xendeqên sê metre kûr û fireh, sîwanên qûmê, bikaranîna balafirên bêmirov, zêdekirina hêzan, dewriyeyên şevê. .

Berdevkê Hêzên Sînor ê Iraqê, Kolonel Heyder Kerxî îro 1ê Kanûnê ji Rûdawê re got, “Zêdetirî 210 kîlometran dîwarên beton li sînorê Nînowa û Enbarê hatine danîn û hefteya bê jî dê 100 kîlometreyên din bên danîn.”

Kerxî got: “Li ser sînorê rojavayê Iraqê li devera Qaimê ya parêzgeha Enbarê, bêtirî 160 kîlometran dirêjî û sê metre bilind dîwarê betonî li ser sînorê Sûriyê hatiye çêkirin û dê bi dîwarê ku dê ji Nînewayê dirêj bibe ve were girêdan.” .

Back to top button