Cîhan

General Enerjî berê xwe da Kurdistanê

Mehmet Sepil yek ji xwediyên şîrketa enerjiyê ya Tirkiyeyê Genel Enerji di daxuyaniyekê de ji televizyona CNBG re got ku di nava du salên bên de şîrketa Genel Enerji dê bi buhayê zîdetir ji yek milyar dolaran karê hilbrêna di ware neftê de li herêma Kurdistanê bike.

Sepil got:

– Di sala 2012-ê de bi buhayê 350 milyon dolar karê hilbirînê li (bakûrê Îraqê) dê encamp din, di sala 2013-ê bi buhayê 700 milyon dolaran di ware neftê de hilbirênê dikin, ango di nava wan sala de şîrketa Genel Enerji dê bi buhayê yek milyar û 500 milyon dolaran kar bike. Genel Enerji dê ji bîra neftê ya Teqteq bi dirêjiya 295 kilometer û bi buhayê 400 milyon dolaran boriyan kunkorens rakêşe.

Sepil di berdewamiya axavtina xwe de behsa çûna kompaniya cîhaniya naskirî ya Amerîkayî ya bi nave ExxonMobil bo herêma Kurdistanê kir û got:

– Beşdarîkirina kompaniya neftê ExxonMobil a Amerîkayî di karê hilbirîna neftê de li (Bakûrê Îraqê) wê yekê nîşan dide ku em li ser rêyeke rast bûn. Biçûna vê kompaniyê dê konkurens (reqabet) di navbera kompaniyan de xurt bibe.

Gruba Çokurova jî  şirîkê General Eneji ye.

Balkêş e ?
Close
Back to top button