Polîtîk

Gelo Swêdî Kurdan ji bo xwe wekî tehdîd dizanin?

Kuştina xortekî Kurd yê temen 34 salî ji aliyê polîsê Swêdî ve nêrînên cûda li cem siyasetmedarên wî welatî dirustkir û ev bûyer bû serdêra hemû rojnameyan û medya yê.

Ev rûdaw li helmeta hilbijartinên Swêdê yê Parlemena Ewrupa û Parlemena Swêdê û her wiha Bajarvanî û Encûmena Parêzgehan pêkhat ku li meha pêş de ev hilbijartin birêvediçin.

Wekî rojnameyên Swêdê behs kirine, kuştina Mesûd Şahindal yê temen 34 salî ku Kurde û li welatî Swêd nîştecihe ji aliyê destgîrkirina yek ji mafyayên wî welatî ve (Cengîzxan) tê, ku ew jî bi heman awayî Kurde û her dû rûdaw piştî salekî kêmtir li bajarê Sîodertêliya pêkhatiye.

Ev rûdaw tê texmînkirin ku propagandaya hilbijartinan û partiyên regezperestên Swêdê ye, bi taybetî Partiya Swêdiyên Demokrat li beramber Kurd û Ereb û neteweyên dinê Swêdê bikartînin û dibêjin: “Deng bi wan partiyan nedin ku tehdîdîn li ser Swêdê”. Bi vî awayî jî hebûna neteweyên rojhilatî li Swêd bi tehdîd dizanin û ev rûdaw bi mînakeke van kirdaran tê zanîn.

Çavkanî:http://www.expressen.se/nyheter/mamman-polis-skot-direkt-mot-huvudet/
Back to top button