
Biryare ku Tifaqa Milet yan jî bi navek din maseyê 6 kolî berbijêrê xwe ji bo serokkomariyê 13ê Sibatê de destnîşan bike . Gelek cara berbirsên HDPê dibêjin ku, emê li gel Tifaqa Ked û Azadiyê berbijêrekî destnîşan bikin.
Hevseroka HDPê Pervin Buldan axavtina di koma partiya xwe ya di parlementoyê de, da xûyakirin ku ew dê berbijêrê xwe ji berî 13ê Sibatê eşkere bikin. Herweha got ku ihtimale “Em berbijêrê xwe heftiya ewil a Sibatê de eşkere bikin”.
Li gora daxûyaniyên heta niha tên dayîn HDP li gel hevalbendên xwe yên Tifaqa Ked û Azadiyê dê berbijêrekî derêxin. Kesayetên wek Ahmet Turk ê gelek kesên din jî di nava HDPê de dibêjin ku, eger serokê CHPê Kiliçdaroglu bibe berbijêr dê pişgiriya wî bikin.
Berpirsên HDPê dibêjin ku, veca dema destnîşankirina berbijerek jin ji bo serokkomariyê hatiye û pirani jî behsa navê Gulten Kişinak dikin.
Eger HDP berbijerekî destnîşan bike, daxûyaniyên kesayetên wek Ahmet Turk û Demirtaş vale derdikevin. Na eger HDP kesekî destnişan neke tê wateya pişgiriya berbijêrê maseyê 6 kolî.