Cîhan

Gelo dawîya petrolê tê

Li gora nûçeyeke ya Independent piştî lêkolîneke kûr şirketekî ji karbondioksit û hêlma avê benzînê çêdike. 

Heta niha kariye 5 litre petrol çêbike. Eger ev kar berfireh bibe ev keşfa hanê dibe bûyerek herî mezin di cîhanê de. Şirket hêdî karê xwe berfireh dike û tê gotin dikare rojê heta tonekî petrolî boafirîne.

Berpirsê şirketê Peter Harrison di civînekî de got ku, heta niha ne li Ingiltere û nejî li cîhanê de me guh lê nebûye ku ji me zêdetir kesekî karek bi vî awayî kiribe. Ev npetrol a ku em çêdikin wek petrola xwezayiye lê jê gelekî pakijtir e.

Serokê enstutiyê Tim Fox jî di axavtina xwe de got: Mirov bawer nake ku ev kar raste. Lê raste û gelek hêjaye jî. Vê çêdikin ez çûm min bi çavên xwe dît.Di cihekî biçûk de kar dikin. Hevayê digirin û karbondioksidê jê dertêxin. Dema her tiştekî digihînin hev karekî gelek mezin pêktînin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button