Gelê nezan derdê bê derman
Dilciwan Helbest
Hinek serpêhatî têne gotin ji bonî wateyê bûyeran, ji bonî gelê me agahdar bibin ku di xewe dene, bo şiyar bibin. Divê ku hûn fêrî siyaseta kûr bibin!
Gelek însanê me hene êşa penceşêrê li wan dixê lê ne di ferqêde ne. Wisa ew penceşêr diwan de dişixwilê bi sala hin bi hin, heta ku ji taqet dikevin nuka bi xwe dihisin way gidî ev çibû? Lê halbikî di rihê xwe de pêjin dikirin ne ku heman hîç bi xwe ned hisan, pê dihisan wan di ku netişke. Rihet dimeşîn û dixebitin û xwarna xwe dixwarin ji wan re ne derd bû. Lê ku hesilîn helihan, ji nûka dibê hewara min bibne textoran malê min teva li min bidin lê nema xêr dikê dawî tê.
Boçî min ev mesele got? Wexta ku ev rêxistina bi navê Karkeran li Kurdîstana Bakur çê bû kêf û şahî kete nava gelê Kurd, gotin: “Ev nûka orgutek Kurdî çêbû wê me xelaskin ji zilm û zoran Kemalîstan. Lê mixabin gel nizanîbûn ku Kemalîstan ev rêxistin çêkirine! Dibin sîwaneke Kurdî de xemilandin û bûk derman kirin gotin ev bûka Kurdîstanê ye, negotin ev marekî kerekore tev jahre wê bi gelê Kur ve dê.
Gelê Kurd jî govend û dîlan girêdan û li zavê geran wekî rasta . Lê mixabin bi tefandin û bû dawî kirena Kurda bû, bi asîmîle kirina Kurd û koçkirina Kurd bû, ku tirba gelê Kurd dikolin. Hineka di nava tevgerê de pêjin dikirin digotin: “Yaho ma çima van xeletîyan dikin? Lê heta ku yekî digot, çima wisa dikin bîsta bi devê wî digirtin digotin, ha tu xaînê bine ha tuwê zerara xwe bibînê ha. Kesî nema karîbû bejin ev sûce, ev xeletîye nikarîbûn bêjin!
Wekî kabûsê bi ser gelê Kurd de hatibû milletê Kurd qutufandin çi digotin ewanê ku xwe kirbûne nûner, çi digotin îtîraz tilaviz tunebû. Yek li vir û yek li wir û dudu li dera han hatine kuştin hinekan gazin kirin yaho ev însan Kurd bûn welat parêz bûn boçî we kuştin? Di ku xeletî çêbû, şaşîtî çê bû, ew xeletî berdewam kirin, bi seda însanê mahsum welat parêz hatne kuştin, bi zanebûn kesî nema karî bû bêjê ne welê ye.
Partîke sîyasî jî çêkirin dîsa kêfa Milet hat ku va wî nûnerê me wê herne Miclisê wê mafê me biparêzin, wê dawa zimanê Kurdî bikin. Ew jî dîyar bû me nerî ku tiştê ku me bi xwe re veşart bû, zimanê me Kurdî ,tiştê ku mabû jî ew jî çû! Serekê HDPê tev ew jinkê ku Elawî yê Kemalîst bûn tev Tirk bûn bi Tirkî deaxivin peropexenda xwe bi Tirkî dikirin, Kurdê mabûn ew jî kirne Tirk.
Ê ahlê gunda çawa bê li gunda bi Kurdî diaxivin ew zûbizû nebûne Tirk. Lê rabûn çikirin? Projekek çêkirin ku van gundîyan tev koçî bajaran bikin! Tevan Terqan din berê wan dane bajara, neçar bû hatin bajaran dîsa bi hevdûre li cem hevdû arsa kirîn xanî çêkirin dîsa bi Kurdî diaxivîn. Dîsa ev proja wan çênebû, projekî din çêkirin bajar jî xera kirin berê wan dane Andolê ji bo ku tam bibne Tirk. Lê dîsa beşek ji wan destê wan ji cî û warê wan nebû neçûn man li cî û warê xwe, hinekî fêm jî kirin ew bûyerên derbas bûyî hatne bîra wan bê bi serê wan çi hat.
Dijmin gelek xwirte zaneye projekî din çêkirin gotin: “Mafê jina, mafê jina tev jinkê zircahîl kom dikirin û ew jinkê Elawî ê Kemalîst bi Tirkî bid û hey bid bi Tirkî! Ev jinkê Kurd ku livzekî bi tirkî nizanin çavê wan dima li devê Eysel û Sabahat û Emînka heta ku sutukra wan di qurimî. Êvarê diçûne mal jev re digotin: “Qirikê ma çiqas zanîbûn bi Tirkî biaxivin xwezka me bi Tirkî bizanîba!
Çar sala wisa berdewam kir. Ji alyê dinve Qaymaqam jî bi şevê Qursa zimanê Tirkî vekir. Van jinkê Kurda tevan berê xwe dane dersê tirkî ji bo ku bi elimne Tirkî û ji bo ku ji van jinkê Tirk fêm bikin ma çi dibêjin. Ê çûne Qusa ê ku çûne rismî dibîstanê tev bûne Tirk. Ew jinik ji sedî not nema bi Kurdî diaxivin zarokê xwe tev kirne Tirk! Piştî çend salekî din ew zarok tev wê bine Romî û wê gelê Kurd bi kujin ha ev bi serê me kirin.
Dawya her tiştî jî tê heger qenç û heger xerab. A nihaka ev hîn jî li ber çavê gel mezinin, lê rayê wan rizîne, beşdar bûn lewaz bû, bawerî nema tu serkeftin nekirin îlleh xerakirin, ava nekirin. Ji îro û pêde wê ber bi lewaz bûnê herin . Ku lewaz bûn jî hingî wê dijminê wan pirbin. Bo çî gelekî dilê xekê êşandine, zulmű zordarîyę ji ę Kemalîsta xerab tir kirine.
Ev Kurdê xaîn û jîr, xortê ciwan tev lexû kirin hiştin kal û pîr. Ma çima li Efrîn û Cizîr, mane wekî gayê qut ku bikevê ber nîr. Ev însanê ku bê bawerîne helbeta ji Xweda natirsin, lê ma ji însana jî fedî nakin! Ma ne şermeke pir mezine ku mere bi şûn xwe de dosyake reş lewitî şerm bihêlê eeeeew.
2.2.2019