Civak

Gelê Kurdistanê pêvajoyeke dijwar re derbas dibe

êwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Newrozê ya netewî peyamek belav kir û got: “Piştrast im ev qonax dê derbas be û paşerojeke baş li pêşiya me ye.”Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Gelê Kurdistanê niha di nava pêvajoyeke dijwar de derbas dibe, bi berxwedan û xwîna vê gelê serbilind li hember tevahiya wan dijwariyan rawestiyane, jiber vê yekê xelkê yê me berxwedêr hêjayê rêz û spas e.”Deqa peyama Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:“Sersala nû ya Kurdî û cejna netewî ya Nerowzê li malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, karmendên dezgehên ser bi civata ewlekariya Kurdistanê pîroz dikim.Ew cejna netewî bo me gelê Kurd xwedan wate û taybetmendiye, ji aliyek destpêka sala nû ye ji aliyeke din ve jî sembola şerê dijî sitem û bidest xistina azadî û serfiraziye, gelê Kurdistanê niha di nava pêvajoyeke dijwar de derbas dibe, bi berxwedan û wîna vê gelê serbilind li hember tevahiya wan dijwariyan rawestiyane, jiber vê yekê xelkê berxwedê yê me hêjayê rêz û spas e.Dilniyan ku derfeta derbasbûyn ji wan dijwariyan û abîn kirina pêşerojeke baştir li pêşiya me ye ku ew jî bi yekrêziya nav mala Kurdistaniyan dibed, di vê çarçoveyê de jî hêvî dikim ku cejna Newrozê bibe ew derfet bo yekrêziya navbera dilsozan û têkoşeran ji bo ser xistina doza rewa ya gelê me û bidest xistina mafên gelê me.”

Back to top button