CîhanDosya

Gelê Kurdistanê dixwaze bigihe mafên xwe

Parêzgarê Kerkûkê û endamê Polîtburiya YNKê Necmedîn Kerîm di panelekê de di konferansa “Kurdistan Hevpeymana Stratejîk a Amerîka” de ragihand, xelkê Kurdistanê bo pirsa referandûmê yekgirtî ne.Necmedîn Kerîm got: ‘’Pirs ew e, gelo naha gelê Kurdistanê yekgirtiye ji bo referandomê û serxwebûna; bersiva wê jî ev e ‘’Belê’’gelê Kurdistanê dixwaze bigehe mafên xwe.’’Necmedîn Kerîm got: “Me qurbaniyên mezin dane, heger li dîroka Iraqa nû binêrin, ma ti demê bi yeksanî û wekhevî bi pêkhateyên din re nehatiye danûstandin. Bi dirêjahiya dîrokê maf bi Kurd nehatiye dayîn ku mafê xwe bidest bixe.”Herwiha got: “Piştevaniya referandûmê ji aliyê partiyên Kurdistanî ve roj bi rojê zêde dibe. Referandom li navçeyên Kurdistanî yên ji Herêma Kurdistanê hatine birîn jî tê kirin û hemû pirsgirêk ligel Bexdayê tên çareserkirin, ku şandekê diyar dikin bo gotbêjkirina wan pirsgirêkan.” 
Back to top button