
Werin em hemî bi hevre hewla damezrandina eniya Kurdustanî ya weke li başûrê Kurdiatanê ku bi serperştiya Îdrîsê nemir hatibû damezrandin, damezrînin.

Bûbê Eser
Ji bîr nekin ku ji bona kurdên bakurê Kurdistanê qezenckirin an wendakirinê, di şert û mercên îro de, ne bi dengan e. Qezenckirin an wendakirin, bi helwest, nerîn û li ser xeta neteweyî bi karkirin û xebatê ye.
Em hemî dizanin li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê Entegrekirin û asîmlekirina kurdan projeya sedsalan e. Ev proje bi destê hin kurdan jî tê birêvebirin. Heta ku em waha bin, wê tu serketin jî nebe para kurdan. Heger rewş weha here û belavbûn di nava kurdan de herku here xurtir bibe, di hilbijartineke din de wê tu partiyên kurdistanî dê nikaribin, weke îro ewqasî deng bigirin. Divê êdî em vê rastiya xwe bibînin…
Divê herkes bizanibin, ev wendakirina di hilbijartina2023an ne tenê ya HAK-PARê ye. Li bakurê Kurdistanê ya hemî Kurdên dilsozên gelê xwe ne.
Ji bona serketina bakurê Kurdistanê, ji me re rêbaza Barzaniyê mezin, hêz û qaweta serok Mesud Barzanî, pêwîstiya me bi yekî weke xwedî dîplomasiyek xurt û navnetewî kurê Îdrîsê nemir Nêçîrvan Barzanî û xwedî li axa Kurdîstanê û li gelê Kurd di warê parastinê de derketandinê de, kesayetiyekî weke Mesrûr Barzanî, lazim in. Lê hezar caran mixabin em îro weke kurdên bakurê Kurdistanê ji wê hêz û qawata hêja ya başûrê Kurdistanê bê par in.
Heger em kurdên bakurê Kurdistanê bixwazin, ji dêlva hevdu kêm bikin, ji dêlva ku em li hember hev şervan û dexs bin. Werin em hemî bi hevre hewla damezrandina eniya Kurdustanî ya weke li başûrê Kurdiatanê ku bi serperştiya Îdrîsê nemir hatibû damezrandin, damezrînin.
Xelasî û azadiya bakurê Kurdistanê ji tiştekî weha re heye. Heta ku li bakurê Kurdistanê ev pêk neyê, wê wendakirin jî bibe para me.
De fermo ji dêlva em tinazê xwe, ji ber sedema nebiserketinan bi hev bikin. Werin em bi hevre enî an tifaqa neteweyî li gor rê û rêbaza Barzanî pêk bînin, da ku êdî serketin bibe para me.
Em di sed saliya Lozanê e dijîn û heta sed salekî din em ê nikaribin vî gelê qedim ji tunabûnê biparêzin. Ango em ê hemî bi hevre wenda bikin.
De kerem bikin, ji serîde HAK-PAR û hemî partî, tevger, dem û dezgehên kurdî li gel rewşenbîr û zanên xwe destên xwe bidin hev da ku êdî Kurdên bakurê Kurdistanê wenda nekin.
Ji ber bê tifaqî û ne yekitiya kurdên bakurê Kurdistanê roj bi roj wenda dikin.
Bi hêz, enî û tifaqeq neteweyî wê serketin dê bibe para hemî kurdên li cîhanê.