Cîhan

Gazprom çalakiyên xwe li Kurdistanê berfirehtir dike

Li dema beşdarîkirin li Kombenda Aboriya Cîhanî li bajarê San Petersburg ya Rusiya, Roja Pêncşem 16-6-2016, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanda pê re tevî Alexander Dyukov Serokê Kompaniya ya Gazprom Nefta Rusiya civiya.Di civînê de Serokê Kompaniya ya Gazprom Neft kêfxweşiya xwe ji bo serdana Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Rusiya nîşanda û pêdagirî li ser vê yekê kir ku li çalakiyên weberanînê li sektora petrol û enerjiya Herêma Kurdistanê berdewam dibin û hewlê didin li pêşerojê karên xwe li Herêma Kurdistanê berfirehtir bikin.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê pêşwaziya germ kir û kêfxweşiya xwe ji bo biryara berdewambûn û berfirehkirina çalakiyên Kompaniya ya Gazprom Neft li Herêma Kurdistanê nîşanda û destxweşiya wan karan jî kir ku heya niha li Herêma Kurdistanê encam daye, amadeyî ya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hêsankarî nîşanda ku bibe sedema vê yekê sektora enerjî li Herêma Kurdistanê geşe bike.Li dawiyê jî bal kişandine ser hin pirsên têkildar û rewşa deverê û Îraqê û Herêma Kurdistanê li warên aborî û darayî û bazirganî. 

Back to top button