CîhanPolîtîk

Şerê pêşmergeyê Kurdistanê li dijî terorîstên DAÎŞ bûye pirtuk

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdanana xwe ya bo bajarê Sankt-Petersborg li Rusiyayê, roja 16.06.2016ê, beşdarî di merasima nasandina kitêba bi navê Kurdekan Sûraçakanî Rojhilat (Kurd sûwarçakên Rojhilatê) ku ji aliyê kompaniya Gazproma a neftê a rusî ve hatiye amade û çakirin, kir.Ev kitêb behsa dîrok, şoreş û serhildanên kurdan yên  ji bona azadî û serxwebûnê dike û ronahiyê dixe ser tev aliyên jiyana civakî, kulturî, rewşenbîrî, edebî û hunerî û şerê dijî terorê ku îro pêşmergeyê Kurdistanê li dijî terorîstên DAÎŞ dike.Çend beşên kitêbê behsa pêşketinên aborî, civakî û kulturî û jiyana îro ya Herêma Kurdistanê dike. Beşek taybet ji kitêbê behsa têkeliyên navbera kurd û Rusiyayê, her ji serdema şêx Ebdulselam Barzanî heta serdema Komara Kurdistan li ehabadê û çûna serok Mistefa Barzanî bo Soviyeta berê û heta digehe têkeliyên aborî, bazirganî û siyasiyên îro di navbera Rusiya û Herêma Kurdistanê de hene, dike.

Di vê merasimê de, herwesa, fîlmek dekomentarî hat pêşkeş kirin ku ew jî ji aliyê kompaniya Gazprom  ve hatiya amade kirin û behsa wî şerê terorîstên DAÎŞ li ser Herêma Kurdistanê feriz kirî dike.Ev fîlme ku, bi awayekî prefesyonal hatiye berhemanîn, behsa mêrxasiya pêşmerge li hember terorîstan  û ew serketinên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstên DAÎŞ de bi dest xiste dike û diyar dike ku, pêşmergeyê Kurdistanê bergiriyê ji gelê Kurdistanê û tev pêkhateyên neteweyî û olî û mezhebî, bê cudahî, dike û ev film pêşmergeyê Kurdistanê wek qaremanên bergiriyê ji pirensîpên aşitî, azadî û miroaiyê dike, dide naskirin.

Piştî nasandina kitêbê û nîşandana fîlmî, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û di destpêkê de kêfxweşiya xwe diyar kir ku ev yekem care serdana Rusiyayê dike û ji bona amadkirina kitêb û fîlmê dekomentarî, sipasiya Gazprom û serokê wê kir û got ku amadekirina wê kitêbê û wî fîlmî nîşana xemxoriya Rusiyayê bo têkeliyên bi gelê Kurdistanê re ye.Serokwezîr di peyva xwe de sipasiya Rusiyayê kir ku, di kevin de piştgiyiya Kurdistanê kiriye û helwestên wê yên nuha û piştgiriya  wê  di şerê dijî terorê û hevkariyên mirovî bo koçber û penaberan bilind nirxandin û hêvî xwest ku ew têkelyî di navbera her du aliyan de berdewam bin.Di dawiya merasimê de, serokê kompaniya Gazprom daneyek ji fîlmê dekomentarî bi diyarî pêşkeşî serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir. 

Back to top button