Gaza Kurdistanê 2017 an de digihe Tirkiyê
Gaza Kurdistanê li sala 2017 de li Tirkiyê ye û Tirkiye, û Kurdistana Iraqê peymanên ku ji bo çavkaniyên Kurdistanê bigihînin bazara cîhanê amade kirin.
Li gor nûçeyeke ajansa Reuters hevdîtinên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de berdewamin û derfirotina neftê gihîştiye 2 milyon bermîl û ji bo gaza Kurdistanê jî Tirkiye dê salê 10 milyar gaza sirûştî û xwezayî veguhezîne.
Her wiha Hikûmeta Navendî ya Iraqê dijî van peymanên Tirkiye û Kurdistanê ye û ew di vî derbarî de nerazîbûna xwe tînin ziman.
Li gor çavkaniyeke nêzîkî hevdîtinan ev peyman ji çar beşan pêktê, gaza sirûştî, neft û qadên neftê û hêlên boriyên neftê. Li vî derbarî de guftûgoyên teknîkî hatine kirin û bi giştî sedî sed gihîştine peymaneke hevbeş. Hinek hurgiliyên din mane ku ew jî di demeke nêzîk de bi dawî dibe.
Her wiha heman çavkaniyê daye zanîn ku kompanya Genel Enerji dê gaza Kurdistanê bigihîne Tirkiye û di dawiya 2016 û destpêka 2017 an de gaza Kurdistanê wê bigihe Tirkiye.