Cîhan

Gaz ji bo Ewropa tê rêkirin

Şirket a RWE ya Almanî, ji bo ku gaz a herêma Kurdistanê bi rêya borîyên Nabucco bigihêje Ewropa û Almaniya, li hevhatinek bi hukûmeta Kurdistanê re muhr kir.

Li gora ku RWE bi xwe jî radigihîne, dê ew gaz a herêma Kurdistanê bi rêya xaka Tirkiye û di borîyên Nabucco re, bibin dewletên Ewropa.
Wezîrê samanên suriştî yê herêma Kurdistanî Aştî Hewramî jî di vê derbarê de got, ku dê tibabê vê gazê ya ku dê ji herêma Kurdistanê û bi rêya Tirkiye derbasî Ewropa bibe, bêtirî 20 milliyard M3-ê be.

Şirketa RWE jî tekez kir, ku dê dahatên vê projeyî ji hemû xelkên Iraqê re bin û dê prosesa avakirina Iraqê û herêma Kurdistanê, gelekî pê li pêş bikeve.
Li gora vê lihevhatinê jî, dê hukûmeta herêma Kurdistanê bikaribe vê gazê ji bo pêdivêyên (ihtiyacên) navxweyî jî bi kar bîne û dê bikaribe, vê gazê bide dewletên cîran jî.

Back to top button