Polîtîk

Acar: Emê ji bo guhertina bêjin erê

Berdevkê Tevgera Demokratên Kurd Ahmet Acar di derbarê referandumê de daxûyaniyek belav kir. Di daxûyaniyê de Acar dibêje: “ Roja 12-ê îlonê ji bo kurda muhasebe kirina qonaxek gelek taybete. Ev yek dikare bibe destpêka çanda demokratik di nav civatê de belav bibe.“

Acar berdewambûna daxûyaniya xwe de behsa rewşa Ak-Partiyê dike û dibêje, vê hukumetê gelek hewl dane ku wan diwarên ku li himber demokrasiyê û parastina statukoyê hatin avakirin xira bike. Kesên li himber guhertinên destûrî disekinin dixwazin , destûra 12-ê îlonê berdewam be.“

Acar helwesta BDP-ê bi tundî rexne dike û dibêje, ew dixwazin êş û elema miletê kurd nexweşiyên kurda dîtîn bikin wek rante kî û xwe pê xwedî bikin, mixabin sermaya siyasî ya PKK-ê ev yeke. Divê miletê kurd li gel guhertinan be û ji bo demokrasiyê kar û xebatê bikin. Nabê ku kesek îpotekê deynê li ser îrada azad ya miletê kurd.

Di dawiya daxûyaniya xwe de Acar, helwesta tevgera demokratên kurd jî eşkere dike û dibêje ku wê di referandumê de ji bo guhertinê dengê me erê be.

 

Back to top button