Gaveke jîr, lê pir dereng hat
Em hemû dizanin, ku jîngeha girstêrka em li ser dijîn, ber bi demên wêrankirin û kujere ve diçe. Sedemên wê jî ew in, ku hîn jî berpirsên dewletan birêve dibin li vê pirsa pir giring ne miqatene.
Sermayedar û dewlemendên cîhanê û rêvebirên dewletan ev rastiya han avêtibûn pişt guhên xwe, heya ku ew hestiyarî gihişte devê deriyên wan.
Wan heya niha bi vê zanebûna xwe ya bilind, nikarîbûn
biçin li ser girstêrkeke din bijîn, tevî ku hîn jî hewildanên wan bo bighêjin wê armancê hene û li ser jî kar dikin (jiyana li ser girstêrka Heyvê û Behramê û…).
Wan di hemû ragihandin û gotarên xwe digotin:” gerek e em jîngehê biparesin û alavên teknîkî yên nû ji bo vê yekê peyda bikin.” Lê li ser zemînê wan nikarîbûn vê yekê pêk bînin, tevî hinek hewildanên pir hindik di wî alî de.
Vêca dema wan dîtin, ku wê sergo û germbûn û seqaya zemînê û kêmbûna bayê paqij û bilindbûna co2 û ava oqyanosan, yên ku hêdî hêdî bilintir dibin û wê pêşî ziyan û hestiyariyekê li ser wan û malbatên wan bikin, û paşê li ser hemû ademîzadan, xwestin bi pilan û gaveke jîr çareseriyekê ji vê bobelata, ku bi ser wan û hemû ademîzand û lawir û jîngehê de hatiye, bibînin.
Ji lewra wan di rêka keçeke Siwêdî re, ya ku navê Greta Tintin Eleonora Ernman Thunberg e û di 3.1.2003 li Stockholmê ji dayik bûye, di sala 2018 an de bangek ji bo parastina jîngehê li ser girstêrka em li ser dijîn di avahiya neteweyên yekbûyî de belavkirin.
Herweha wan ango (sermayedar û dewlemendên cîhanê û rêvebirên dewletan) di sala 2019 -2020 an de careke din di rêka GretaThunberg û gelek çalakvanên din re, yên ku endamên tevgera parastina avûbayê ne, careke din doz li hemû berpirsên dewletan di korbenda Davosê de li dewleta Siwêsrayê kirin, ji bo jîngeh û avûbaya girstêrk û zemîna me biparêsin.
Bêguman, ev hizir û piroje niha ya çend dewletên pîşesazî bûn.
Di vê babeta pir giring de pirs ew bû, bê wê bi çi şêweyî û awayî û çawa dest bi parastina vê jîngehê bikin û nexweşiyan li ser zemînê kêm bikin?
Heger her dewletekê bi tena xwe pilanek denîba û ligor wê kar bikira, dibe ku hevwelatiyên wê ji pirojeyên weha re ne amadebana- û dibe ew û dewlet tûşî gelek kêşe û qeyranan bibana.
Ji lewra wan pilanek pir guncaw û lihevhatî daxistin rojevê. Ew jî nûçeya belavbûna vîrusa Korona bû, ya ku sawa wê tirsê dixe dilê hemû kesî de û xwedêgiravî mirov pê dimre.
Bi vê nûçeya bi saw ji dewleta Çînê dest bi vê şanoyê kirin.
Pêşî alavên ragihandinê li hemû cîhanê amade kirin, paşê hemû dewletên li cîhanê ne bi kêfa xwe pabendiya xwe li dijî vê reşavê mirinê ragihandin.
Heger hat û serûk û berpirsên dewletekê bibêjin:” Em pabendiyê bi vê daxwaza navdewletî nakin, û ev nûçeya vîrusa Korana hemû derew e.” Wê demê dibe ew dewlet û berpirsên wê tûşî êrîşeke leşkerî ya navdewletî bibin, ji ber ku pilan û piroje hatiye danîn û ne bi kêfa ti dewleta ye ku wê rawestîne, ya jî li dij derkeve.
Bi nerîna min belavkirina vê reşava Koronayê li ser alavên ragihandinê ji bo ademîzadan, ji aliyekî ve tirsa ji mirinê bû, û ji aliyê din ve ji bo pabendiyê bi vê pirojeyê bikin û jîngehê pê biparêsin, û ya herî giring ji dewletan re ezmûna mabûnê bû, û yek ji daxwazan herî giring ji vê pirojeye ew e, gelo di paşerojê de wê ev dewlet karibin hevwelatiyên xwe ji nexweşiyên girantir û hestiyartir biparêsin, ya na?
Di van rojan de xuyaye, ku ji sedî not û neh ji dewletan pabendî bi vê bangê kirine, tevî ku ziyanên abûrî jî têde hene. Hemû dewlet dibêjin:” Em li hevwelatiyên xwe miqatene, û me hemû pêdiviyên tenduristiyê û parastinê li dijî vê reşavê amadekirine.” Herweha her roj zaniyariyên nû di vê derbarê de di alavên ragihandinê de belav dikin.
Di van rojan de tiştên herî bi rêk û pêk, yên ademîzand ji aliyê tenduristiyê sûdeyê jê digrin, ew e, ku hemû alavên hatûçûnê û dezgehên din (Balafir, gemî, şahmendîfer, kemyon, otomobîl, tirimbêl, û karxayên mezin, dibistan, mêjgeh, firoşgeh, yarîgeh, holên şahî û meyxaneyan û derbaskirina sînoran…) nêzîkî mehekê ya jî pirtir wê bêtin rawestandin û girtin, û bi vê gava jîr re jîngeh paqij dibe- nexweşî kêm dibin û dawî bi vî awayî jî girstêrka me tête parastin.
Min bixwe ji çil salî ve ji dost û heval û gelek berpirsên Kurd re digot:” Gerek e di mehekê de rokê, ya jî her şeş mehan heftiyekê hemû ademîzad çixareyan nekşînin û hemû karxaneyan û alavên hatûçûnê rawestînin, takû jîngeh paqij bibe û nexweşî jî kêm bibin.
Wê demê kesekî guh nedida vê daxwaza min, lê niha ev daxwaza min pirên dewletên li cihanê pêk tînin, û ji ber ku ev kar di berjewendiya hemû aferîdeyan deye li ser vê girstêrka me, ez bi vê pirojeyê gelekî kêfxweş im.
Di nerîna min de gereke di paşerojê de hemû karkerên li cîhanê, ji devêla penc û şeş rojan kar bikin, tenê çar rojan kar bikin, ji bo nexweşiyên wan kêm bibin- û timî tenduristiya wan baş bimîne- û bi wê jî jîngeh paqij dimîne.
Ji bilî vê jî gerek e, sermayedar û dewlemendên cîhanê û dewletên pîşesazî ji îro de dadgeheke navdewletî li cîhanên damezirînin, ji bo wan dewletên dagirker û kesên, ku gund û bajaran bi tank û topan û balafirên cengî dişeweitînin- û daran ji binî ve dibirin û şûnwaran wêran dikin- û ziyanên mezin dighînin jîngeha welatan siza bikin.
Helbet di pêşiya van rejîman de, yên ku gerek in bêne sizakirin, rejîma faşist ya li Enqerê ye û ya Elba,isa faşist li Şama şerîf e.
Ev piroje (reşava Korona), dewletên mezin û bi hêz û bandor danîne, di vir de xuyaye, ku rola oldaran têde tuneye, ev jî gaveke pir jîr e, ev jî tekez dike, ku older bi xwendina pirtûkên û nifir û laveyan xwe nikarin ne ademîzad û lawiran ji nexweşiyan biparêsin û ne jî jîngehê paqj bikin. Ji lewra wê gelekî baş ba, ku di paşerojê de mêjgeh bi carekê timî bihatana girtin, ji ber ku ne niha û ne jî di paşrojê de ti sûde ji wan tuneye.
Bi rastî gerekbû, ku berî niha dest bi vê pirojeya han bikirna, jixwe wê bêtir cihê xwe bigirta, dema van dewletan karîbana bi derbaskirina vê pirojeyê re, çareseriyên rêzanî û aştiyane jî ji bo hemû maf û kêşe û pirsên miletan li cîhanê bidîtana û şerên ku hene jî rawestandana.
Wê demê wê zora hemû nexweşiyan bibirna û ji sedî sed wê jîngeha vê girstêrka me jî bihate parastin û paqij bima- û hemû ademîzad û lawir jî wê bi tenduristeke baş şad bibana.
Bawerê Omerî
[email protected]
21.03.2020z – 2632k