Nivîsar

Gava ku Erdogan serdana Qesra Spî dike, êşên li Bakurê Sûriyê tîne bîra xwe

Ji roja êrîşa Tirkiye ya li bakurê Suriye destpêkirî heta niha serokkomarê Tirkiye Receb Tayib Erdogan hewldide ku berê xelkekî ji rastiya êşa peyda dikirî bide aliyekî .Roja çarşembe Erdogan dê hevdîtinekî li gel Trump bike, dê carek din firseta ku mesajên xwe dubare bike bibîne.

Tirkiye bi heceta sekinandina terorizmê û çespandina aşitiyê dest operasyonêk leşkerî kir û gelek zererek mezin da sivîlên li herêmê. Ez vê yekê baş dizanim, ji ber ku ez gelekî li gel xelkê sivîl mame.

Ez di biharê de ji bo lêkolinê li ser bomberdumana Amerikayê bikim çûm Suriye û devera Rakayê. Qamişlo li ser sinorê Tirkiye cihê herî ewlebû ku em bikaribin lê bimînî û karê xwe bikin.Qamîşlo pêşewaziya gelek xelkekî wek ereba, kristiyana yên ku ji şer revîn dikira.

Xelk ji xwere li Qamîşlo sitirî bûn , lê Êrîşa Tirkiye ev rewş têkbir û gelek hovane tevgeriya.

Ji roja êrîşê destpêkirî heta niha, Rêxistina Lêborînê gelek tesbît kirin ku tawanê şer tê kirin. Rojnemevan, karwanên xelkê direvina li ser rêyabûn, zarokek 11 salî bibû qurbanî. Nêzikî 300 hezar insan ji deverên sinor bar kirin direvîna. Bajarê Qamîşlo demekî hemêza xwe ji min re vekir û ez xwedî kirim, lê niha cesedê zaroken ji bin xaniyên rûxandî dertêxin.

Li Tirkiye gelek insan ne li gel siyaseta hukumetê ne. Li zehmete ku mirov bizane çikas insan protestoya ,medya civakî û taybetê medya Tirkî dişopînin. Ji dema êrîşê heta niha gelek kes ji bo ditênên xwe di medya civakî de hatine darizandin.Li piraniya Tirkiye de xwepêşandan hatine qedexekirin. Hukumetê rojnemevanên muxalîf bê deng kiriye û her gotinek ji derê siyaseta hukumetê, wek ku tu tawanekî biparêzî dinirxîne û wek heqaretek li serok hatî kirin û propagandeya teroistan dibîne.

Berpirsên Tirkiye dikarin trajediyên mirovayetî wek destkeftiyên siyasî bidin nîşandan. Sala 2016ê piştî hewldana darbeyek ne serkeftî ku zêdeyî 200 kesî jiyana xwe ji dest dabû, hukumetê bi hezaran dezgehên medyayê girt.Serokên muxalefetê kirin zîndanê de, Hinek xirabiyên ji derbasbûya Tirkiye dihatan cardin ketin rojevê de. Doz zedebûn cardin îşkence kete rojevê de.

Karkirina dadgehên Tirkiye dayîna cezaye.Kesek bê ku delîlek hebê bi salan hepsê de dimîne. Dadgehên Tirkiye edaletê binpê dikin. Keseyetek wek Osman Kavala rêveberek yê rêxistina sivîle û eve bi salane di zindanêde ye. Helvalê min serokê şerefê yê rêxistina Lêborînê li Tirkiye Taner Kiliç salekî di hepsê de hiştin.

Tirkiye pêşwaziya 3.6 milyon pênaberên Suriye kir. Ev yek jî karek gelek baş e.Gelek ji van penaberan ji bo bijîn dinava tekoşînekî de ne. Gelek ji van benaberan ji derê îrada wan şûnve ji bo Suriye têne rêkirin ev wek tawaneke.

Tirkiye divê dema operasyonê de hesabê ku zererê nadê sivila bikira. Tirkiye mecbure sivila li bakurê Suriye biparêze.

Margaret Huang 

(Amnesty International USA)

Washington Post/Werger: Rojevakurd

Back to top button