Polîtîk

Serokê herêma Kurdistanê li gel berpirsên Iraqê ji bo aramiyê dicive

Serokê Herêma Kurdistanê îro li Bexdayê li gel Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê civiya. Di civînan de Nêçîrvan Barzanî, piştgiriya Herêma Kurdistanê bo aramî û seqamgiriya emnî û siyasî ya Iraqê dûpat kir.

Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re ku ji Cîgirê Serok û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêk dihat, îro bi serdaneke fermî gihişt Bexdayê.

https://www.facebook.com/Rudaw.net/videos/829250280842036/

Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih tekezî li ser aramî û seqamgiriya Iraqê kirin

Nêçîrvan Barzanî û şanda li gel li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiya û li gor daxuyaniya derbarê naveroka civînê de hatiye belavkirin, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmetea Federalî ya Iraqê gotûbêjkirin û di civînê de tekezî li ser girîngiya aramî û seqamgiriya li welatî û dabînkirina jiyaneke baştir bo hemwelatiyan kirin.

Nêçîrvan Barzanî piştgirî bo pêngavên Adil Ebdûlmehdî derbirî

Her di vê serdanê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî kom bû û rewşa Iraqê gotûbêj kirin. Nêçîrvan Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê bo aramî û seqamgiriya emnî û siyasî ya Iraqê û pêngavên Serokwezîr Adil Ebdûlmehdî bo çaksazî û brsivdayîna daxwazên rewa yên xwepêşanderan derbirî.

Di daxuyaniya derbarê kombûnê de hatiye belavkirin tê gotin, Serokê Herêma kurdistanê tekezî li ser pêwîstî û girîngiya hilgirtina berpirsyarî û piştgiriya aliyên siyasî bo kabîneya Serokwezîrê Derbarê derbarê çaksaziyan û çareserkirina pirsgirêkan dûpat kir.

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, guftugoyên çarsererkirina kêşeyan, ew pêşveçûnên li ser vê mijarê hatine bidestxistin, rewşa emnî ya Iraqê bi giştî û metirsiyên serhişdana teror, çawaniya rûbirûbûn û hemahengiya Herêma Kurdistan û hikûmeta federalî ya Iraqê derbarê vê mijarê de, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên ku peywendîdar in bi herdu aliyan, mijarên din ên civînê bûn ku gotûbêj li ser hatine kirin.

Nêçîrvan Barzanî: Destûr bi xwe na lê cîbicînekirina wê pirsgirêk e

Nêçîrvan Barzanî derbarê guhertina destûra Iraqê de dûpat kiriye ku ne destûr bi xwe, lê cîbicînekirina destûrê pirsgirêk e û her sererastkirina an guhertineke di destûrê de divê di berjewedniya Iraq û di ber aramî û seqamgiriya welat de be û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên li Iraqê bi giştî biparêze.

https://www.facebook.com/Rudaw.net/videos/2476011019164210/

Li gor dauxyaniya hatiye belavkirin, di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, pêşhateyên li Iraqê bi giştî, proseya guhertina destûrê bi taybetî hatin gotûbêjkirin. Herwiha herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku sererastkirin û guhertinên di destûrê de divê bo xizmet û berjewendiya tehaviya pêkhateyên Iraqê û li gor mekanîzma destûrî be.

Rewşa Iraqê, xebatên parlamentoyê, hemahengiya di navbera firaksiyonan de, rola Encûmena Nûneran a Iraqê ya bo çareserkirina pirsgirêkan û çawaniya miameleya li gel rewşê û proseya siyasî ya li welat bi giştî û herwiha çend pirsên din ên peywendîdar bi herdu aliyan ve di civînê de behs li ser hatine kirin.

Back to top button