Polîtîk

Gana dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfire bike

Serokê Dîwana Serokatiya herêmê li gel balyozê Ganayê civiya.

Îro li Hewlêrê Serokê dîwana Serokatiya herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî pêşwaziya balyozê Ganayê li Îraqê Mihemed Hebîb Îdirîs kir.

Di civînê de her du aliyan giftûgoyan derbarê pêre pêdana têkiliyên Ganayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê di tevahiya waran de kir.

Balyozê Ganayê spasiya herêma Kurdistanê kir ku, rewşeke goncaw bo hêza kar ya Ganayê li herêmê afirandiye û xwesteke welatê xwe yabo berfire kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê anî ziman.

Back to top button