Fransa: Nabê tirkiye avahiyên Natoyê ji bo operasyonên xwe yên taybet bikarbîne
Piştî civîna Wezîrên Berevaniya Peymana Bakûrê Atlas (Nato) Jens Stoltenberg Sekreterê Giştî yê Natoyî îro pênçşem ragihand, Nato lêkolînê li ser daxwazên Fransayê dike ku di derbarê pişkinîna keştiyek li deryaya navîn da keştiyeke tirkî bersîva peywendiyeke welateke endam nedaye û di demek da li rûdaneke wiha de her wê mehê Parîs ragihandibû çek ji tirkiye ve bi qaçaxî dişîne Lîbyayê.
Roja çarşem Fransa wê muameleya tirkiye şermezar kir li dijî keştiyeke Fransa û bi “reftareke şerxwazane wesif kir. Wezareta Artêşa Fransa ragihand, keştiyên wan sê car rûbirûyê tengiyê û tîşka radarê bûne, ji aliyê belemên tirkiye ku parêzgeriyê li wê keştiya barhilgir kirine.
Parîs çendîncare tirkiye tometbar kiriye ku qedexeya Neteweyên Yekgirtî ya ji bo rêgirîkirina veguhestina çekan ya Lîbyayê qedexe kiriye.
Her wiha du roje Parîs li civînên Wezîrên Berevaniyên welatên Nato reftarên tirkiyê şermezar dikin û balê dikşînin li ser wê yekê ku piştevaniya heşt welatan heye bo ku lêkolîn li ser vê bê kirin û daxwaz jî dike tirkiye avahiyên serbaziyên Natoyê ji bo operasyonên derveyê Natoyê bikarbîne.