Fransa dijî tirkiye piştgiriya Yunanîstanê dike

Wezareta Derveya Fransa ragihand, welatên Ewrûpa li beramber siyasetên tirkiye yek helwestin, dijî Enqere piştgiriya Yunanîstan û Qibrisê dikin.
Wezareta Derveyê Fransa li daxuyaniyek de belav kiriye ku welatên Ewrûpa li beramber tirkiye yek helwestin û li rûbirûbûna siyasetên tirkiyê de palpiştiya Yunanîstan û Qibrisê dikin.
Her wiha Emanuel Macron Serok Komarê Fransa li daxuyaniyeke rojnamevaniyê da ragihand: “Pêwîste welatên Ewrûpa destêwerdana li dosyeya jeosiyasiyên deryaya spî bikin ku bikarin çarenivîsa wan navçeyan bixin bin destê xwe neku hêzeke din. Aramî û asayîşa wan welat bingeha asayîşa tixûbên welatên Ewrûpî ye, pêwîste bi zûtirîn dem dest bi danustandinên siyasiyên wan welatan da bê kirin ku agirbesteke herdemî li wî welatî da pêkbê”.