Cîhan

Fransa berhemên tirkiyê li paşve vegerand

Fransa berhema merhema destî ya tirkiyê ji ber bêbandorî û bêkarîgeriya wê ya paqijiyê li paşve vegerand.

Birêvebiriya Giştî ya Mafên Bikarhêneran li Fransa marka û branda Symex ya tirkiye ku merhemên destî berhemtîne û ew berhem li beranber Kovid-19 û paqijiyê de bêkarîgerî û bêbandore, biryara paşve vegerandina wê berhemê da.

Her wiha daye zanîn ku li nava wê berhemê de li gor pêwîst maddeya etanol têda tûne û ji bo wê yekê jî nikare bakteriyên li ser destan paqij bike.

Her wiha rojnameya Le Figaro û televizyona dewleta Fransa jî li vê derbarê de nûçe û raporên cûda cûda belav kirine û eşkere bûye ku ew berhema tirkiye li rêya kompanyayekê Belçîkî ve li nava Fransayê de hatiye belavkirin.

Back to top button