Polîtîk

FNDK: Divê kesên Selîmî radestkirine bêne sizadan

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan daxuyaniyek di derbarê girtina Mistefa Selîmî ya ji aliyê YNK ve û radestkirina wî ya Îranê û darvekirina wî de belavkirin û daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê dikin ku lêkolîneke berfireh encam bidin û tawanbarên vê rûdanê radestî dadgehên Kurdistanê bikin.

Daxuyaniya Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan de hatiye gotin, ev bûyera Mistefa Selîmî dijî hemû yasa û rêsayên navdewletî ne, ti welatekî cîhanê wan kesên siyasî ku bi taybetî gûmana darvekirinê li ser wan hebe, radestî wî welatî nake. Eve dijî hemû ehlaq û pîvanên mirovayetiyê ne.

Her wiha daxuyaniyê de hatiye ev karê ku Asayîşên girêdayî bajarê Silêmaniyê kiriye, ne li gor ehlaq û mîhvanperwerî çand û kultura gelê Kurd ya bi hezaran saleye. Ew kesên xwe spartine mala Kurdan dijmin jî be qebulkiriye û mîhvanperweriya xwe de kêmasiyê nekiriye. Em radestkirina Mistefa Selîmî bi tundî şermezar û rûreş dikin û em daxwazê ji Hikûmeta Kurdistanê dikin ku lêkolîneke berfireh li vî derbarî de bike û tawanbarên vê rûdanê radestî dadgehên Kurdistanê bike.

Back to top button