Polîtîk
AWAT CEMAL NIZAREYÎ: Min tenê fermanê bi cîh kiriye
ŞÊX AWAT CEMAL NIZAREYÎ Berpirsê Asayîşa Xala Sînorî ya “Seyran Bend” ragihandiye: Min hîç peywendî bi naveroka diltezîna Mistefa Selîmî nîne û tenê wekî berpirsiyariyê min fermanê bi cîh kiriye.
ŞÊX AWAT CEMAL NIZAREYÎ bi xizm û nas û hinek ji berpirsên YNK re gotiye: Hinek kes mijulin min dikine qurbanî û dixwazin min ji kar derbixin!
ŞÊX AWAT CEMAL NIZAREYÎ ji hinek kesên nêzîkî xwe re gotiye: Hemû zanyariyek li cem biraderên dezgehê “mebesta wî Dezgeha Zanyarîye” û min jî û Emîd Kameranê Etê Berpirsiyarê Asayîşa Pênciwên me fermana kesên ser xwe re, wê erkê bi cîh kiriye.
Ji niha de Bafil Talebanî jî hatiye ser xet û dixwaze çîrokeke amade bike û xwe ji vê bûyerê rizgar bike.