Civak

Firotina petrola Kurdistanê babetek zelal e

 Parlameterê parlamentoya Kurdistanê Îzet Sabîr daxuyaniyek daye çend saziyên ragehandinê û gotiya qaşo ev du mehin bi agadariya serokê herêma Kurdistanê kompaniyek ku nediyare nave wê çiye û ser bi çi derê ye, nefta herêma Kurdistanê eksport dike û kes nizane dahatiyê wê çende ji koderê re diçe.Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê bersiva wî parlamenterê parlamnetoya Kurdistanê dide û ji malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê re dibêje ku, tu kompaniyên nediyar û bênav li herêma Kurdistanê kar nakin û nînin. Dizeyî daxuyaniya wî parlamneterî red dike û dibêje daxuyaniya Îzet Sabîr direwe û şêlûkirina rastiyane: Eger ew parlamenter rast dibêje û gotinên wî ne ji bo şêlûkirina ratiyane, bila kerem bike û navê wê kompaniyê eşkere bike û belgeyan berçav bike.Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje ku pirosesa berhemanîn, eksportkirin û firotina neftê û dahatiniyê bo herêma Kurdistanê, piroseseke timam zelal û şefaf e û mekanîzma vê pirosesê bixwe tu derfetan ji bo nezelaliyê û neşefafiyê nahêle, çunkî tevahiya pirosesê bi çend kompaniyên diyar yên cîhanî ve girêdayî ye ku pişka wan di borseya bazarên cîhanê de heye û gelek sazî û nawendên cîhanî bi timamî kontrola pirosesê dikin bi awayekî ku tu mecal ji bo nezelalî û neşefafiyê, ne li Kurdistan, ne li bendera Ceyhan û ne jî ji aliyê kompaniyên bikrên neftê, nahêle. Her tişta li ser nezelalî û neşefafiya pirosesê tê gotin bi tenê xeyal, şêlûkirin û gotinên nerast û çêkirîne.Dizeyî tekîd dike ku Civata herêma Kurdistanê bo karûbarên neft û gaze û wezareta samanên xwezayî bi timamî ji hûrgiliyên vê pirosesê bi belge ve agadar in û vê pirsê tu têkelî bi cenabê serok û serokatiya herêma Kurdistanê ve nine û wan tu berpirsiyarî û wezîfe di vê pirsê de nîne. Ew parlamneterê birêz li şûna hindê ku ji ber xwe û bê belge daxuyaniyan bide û nûçeyên nerast di xeyala xwe de çêke, wî dikarî ji bo her pirs û têbîniyekê biçe cem sazî û aliyên peywendîdar, ne ku rast û çep daxuyaniyên şêlû, nerast û bêesas bide.

Back to top button