Civak

Armanca PDK rizgariya netewiye

Bi minasebeta 69 saliya salvegera PDKê, Komisyona Yekitiya PDKê li Bakur daxûyaniyek belav kir.Daxûyanî:BİRANİNA DAMZARANDİNA 69 SALİYA PARTÎ DEMOKRAT A KURDİSTANBi minasebete bîranîna damazrandina Partî Demokrat a Kurdistan ku weke îro di 16.tebaxê 1946’da bi serokatiya kahramanê nemir Mele Mistafa Barzanî hatiye damazrandin û berdewamiye misyona Partî Demokrat a Kurdistan û bi serokatiya rêzdar Mesud Barzanî berdewam bûye, ku çiqays di dîrokê’de bûye şahidê enfala û qatîlama û weke şoreşe Êlûnê û Gûlanê û hwd.Bi wê minasebetê Dixwazim hinek behsa mîsyona dîrokî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û rêbertiya General mele Mustafa Barzanî yê nemir bikim ku ji bo hewldanên Milletê kurd her tim bûne rêber. Taybetiya van herdu deqên girîng evin ku ew ê di paşeroj, îro û pêşeroja me de her tim bibin û bûne xerca îdraqa azadî û sembola serxwebûna Kurd û Kurdistanê.Partîya Demokrat a Kurdistan, ev xeta ku di nav dîrokê de şopa wê wenda nabê , lê berevaciyê wê hebûna xwe bi hemû zîndîbûna xwe diparêze, ji bo perspektîfên pêşerojê wê hertim rêya miletê kurd ronî bikê.Rêbaza General Mele Mustafa Barzanîyê nemir û Partiya Demokrat a Kurdistanê ;- Xwe berdane nav reh û rîşalên gelê Kurd,- Di hişmendiya dîrokî ya gelê Kurd de nirxên dîrokî pêk anîne,- Di her qonaxê de ji bo berpirsiyariyên nû, xwe paşde nedane,- Ji bo encamên gavên avêtine tu carî dudilî nebûne, ji bo berjewendiyên gelê Kurd hertim refleksên siyasî nîşan dane.- Di asoya dîrok û erdnîgariya xwe de, meşa wan bi biryar e,- Baweriya xwe bi potansiyela gelê kurd anîne,- Hem li hundir, hem li derve hertim rûmeta xwe û ya gelê kurd parastine,- Di şûna karên siyasî yên bi qalibên îdeolojîk hatine dorpêçkirin de, rizgariya neteweyî ya gelê Kurd wek hedefa yekane dane pêşiya xwe,- Mewziyên xwe yên siyasî bi hinceta polîtîkayên reel neterikandine, mewziyên xwe hertim zexm kirine û bi bedelê mezin parastine,- Bi fikir û ramana desthilatdariyeke teqez erdnîgariya Kurdistanê parastine,- Li herêma me ya ku niha bûye qada çalakiyên cîhanî, asta destketiyên gelê Kurd û Kurdistanê hertim bilind kirine.-Bi teybetî wek çavkaniyên îlhamê yên ku dikarin têkoşîna azadiyê û serxwbûna Kurdistanê ji nav gerînekên pêşberî serxwebûnakurdistanê di sekinin, xalas bike Partî Demokrat a Kurdistan û serokatiya rêzdar Mesud Barzanî ‘ye.Destkeftiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û serokatiya rêzdar Mesud Barzanî û Partî Demokrat a Kurdistan,ji bo hemû Kurdistanê weke rêbereke siyasi û sembolize bûne serxwebûna Kurdistanê ye.Em weke İnsiyatîfa Yekîtiya Partî Demokrat a Kurdistan (li bakur) damazrandina 69 saliya Partî Demokrat a Kurdistan û Serokê nemir kahraman Mele mistafa Barzanî û pakrewanên nemiran bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan di tawînin.Em rêz û slavê xwe ji bo serokê Partiya Demokrat a Kurdistan rêzdar Serok Mesud Barzanî dişinin û salvegere damezirandina Partî Demokrata Kurdistan pîroz dikin! 16.08.2015Ahmet ACARBERDEVKÊ KOMİSYONA İNSİYATİFA YEKİTİYA PDK (Lİ BAKUR)

Back to top button