Polîtîk

Firokeyên tirkiye devera Qesrokê bombebaran kirin

Êvariya îro firokeyên tirkiye çend deverên newala Balekayetiya li tixûbê bajaroka Qesrê bombebaran kirin û bi wê sedemê jî xaniyê hemwelatiyeke li gundê Mawnan rûxaye.

Şaxewan Wertî Birêveberê Naḧiyeya Qesrê ragihand, bombebaran ji aliyê firokeyên tirkiyê ve hatiye encamdan û demjimêr 05:30 bûye û navenda gundê Mawnan jî li xwe girtiye, ji ber wê yekê jî xaniyê hemwelatiyek bi navê Azad Mela Nebî rûxaye.

Birêveberê Naḧiyeya Qesirê balê dikşîne li ser wê yekê ku xelk ji ber wê bombebarana li gundê wan kiriye armanc metirsiyê da dijîn.

Back to top button