Cîhan
Firokeyeke Amerîkî li Bexda têkşika
Îşev firokeyeke Amerîkî ya cûreya C130 li Bingeha serbazî ya Tacî li Bexda têkşika.
Çavkaniyeke emnî li Bexda ragihand “Îşev demjimêr 22:10 xulek firokeyeke Amerîkî li cûreya C130 li encama xwe kêşana ji dîwara firokexaneya Tacî da li Bexda têkşika.
Her li gor zanyariyan firoke ser bi hêzên asmanî ya Iraqê bûye û ji ber wê rûdanê çar serbaz birîndarbûne.
Her wiha çavkaniyê got: “Piştî agir girtina firokeyê, tîmên berevaniya şaristaniya Bexda, gihîştine cihên rûdanê û agir kontrol kirine.