Cîhan
Amadekariyên guftûgoya stratejiya Iraq-Amerîka xelas bûne

Fuad Hussein Wezîrê Derveyê Iraqê ragihand, amadekariyan ji bo destpêkirina guftûgoya stratejiya di navbera Iraq – Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka xelas bûne û wekî “westgeheke girîng” ji bo diyarkirina karê pêşîneyên di navbera Bexda – Washingtonê tê dîtin.
Her wiha Fuad Hussein Wezîrê Derveyê Iraqê li civîneke li gel Matthew Tueller Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka li Iraqê ragihand, bi pêwîstî dizanîn berdewamiyê bi geşbûna erênî peywendiyên di navbera Iraq û Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bê dayîn û hemahengiya di navbera her dû aliyan jî li warên cûda cûda da bê zêdetir kirin.