Malper Polîtîk Fînlanda li Kurdistanê Konsolxaneya xwe vedike

Fînlanda li Kurdistanê Konsolxaneya xwe vedike

Êvariya îro pênçşem 23.07.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Pekka Haavisto Wezîrê Derveyê Fînlanda û şandeke li gel kir.

Li civînê de peywendiyên Fînlanda li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina warên cûda cûdayên peywendiyan, kêşeyên Hewlêr – Bexda û guftûgoyên çareserkirina wan, girîngiya beşdariya hemû pêkhatên Iraqê li proseya siyasî da ya aramiya welat, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û rola Hevpeymaniya Navdewletî û girîngiya berdewamiya piştgîriyên Iraq û Herêma Kurdistanê, belavbûna pejika virusa Korona û encamên wê bi taybetî jî li warê aboriyê da, peywendiyên Herêm û welatên cîran, rewşa koçber û penaberan, pêkhatan û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê, pêşhatên navçeyê û çend pirseke din guftûgo kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna xweşhaliya serdana birêz Wezîrê Derve, spasî Fînlanda kir ku li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş da hevkariyê pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî jî li warê meşq û rahênanên serbazî bi Pêşmergeyan û alîkariyên mirovî da. Her wiha daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Fînlanda û rexsandina derfeta veberhênan û sermayeguzariyê ji bo kompanyayên Fînlandî li Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Haavisto, ji bilî xweşhaliya xwe ya bi vê serdanê, pêzanînên welatê xwe yên ji bo rola Herêma Kurdistanê ya li şikandina Da’îş û rûbirûbûna terorê û pêşwazîkirin û hewandina hejmareke zêdeyê koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê nîşan da. Her wiha daxwaza welatê xwe ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş û hengavên wan yên ji bo vekirina Konsolxaneyê li Hewlêrê dûpat kir.

Bê nêrîn

Nerîna min :