Filma penaberê Kurd “Welcome”, çend xelatên navneteweyî girtiyê
Sedat Karakaş: Filîmê “Welcome”, ku çend xelatên navneteweyî girtiyê, di 4´ê Sibata 2010´an da li sînemayên Elmanyayê tê nîşandan.
Filîmê ku birêvebirê wî Phillippe Lioret e, Xelata Parlamena Ewrupa a Lux ya 2009´an, Xelata Gerdûnî ya Festîvala Filîman a Berlinale ya 59emîn û Xelata Filîmê Aşîtiyê ya 2009´an a bajarê Osnabruckê girtiye.
Berpirsiyarê Şîrketa Arsenal ya Filîman Sascha Buhler di daxuyaniya xwe ya nivîskî da dide zanîn, ku ji mijarên filmê yek jî penaberên “bê kaxiz” in û ji ber vê yekê jî filîm balkêş e. Di daxuyaniya Buhlerê da babeta filîmê bi kurtî weha tê eşkere kirin:
Penaberê Kurd Bîlal, dixwaze bi riya “îlegal” xwe bigihîne hevala xwe ya li Îngiltereyê. Li bajarê Calaisê mamostayê avjeniyê Simon nas dike û ji wî avjeniyê fêr dibe. Bîlal dixwaze bi riya avjeniyê Kanala Manşê derbas bike û bigihîje Îngiltereyê.
„Welcome“ ku li Fransayê ji aliyê mîlyonekê zêdetir kesan va hatiye temaşekirin û li Parlamena Fransayê hatiye nîşandan, rastiyekê bi dîtineke taybet radixe ber çavan, ku tenê reqem û îstatîstîkên di nûçeyên medyayê da cîh digrin: Qedera penaberan. Mijareke din a filîmê, xala 622. a Qanûna Mafên Biyaniyan ya Fransayê ye, ku alîkarê “îlegalan” ceza dike. Birêvebir Lioret ji bilî penaber Bîlal, muxbîriya Simon jî eşkere dike, ku ji bo piraniyan têgîneke abstrakt e. Mijara filîmê “alîkarî û şewirkariya penaberan” ne tenê Fransa û Elmanyayê, her weha li seranserê Ewrupayê jî aktuel e.
Sascha Buhler, ji bo vî filîmê giring, ji herkesî daxwaza pişgirî û alîkariyê dike. Zêdetir agahdarî ji navnîşana jêrîn dikare bidestxistin: www.arsenalfilm.de/welcome
Dosya penaberên “bê kaxiz” li Ewrupa (*)
Gor baweriya Komîsyona Ewrupî, di nav welatên endam yên YE da, di navbera 4,5 û 8 mîlyonî mirovên bê belgeyên fermî dijîn. Komîsyon bawer dike, ku her sal 350.000 û 500.000 mêr û jinên “bê kaxiz” tên wan welatan. Her çiqas tedbîrên li ser sînorên YE bên şidandin û xeter zêdetir bibin jî, penaber guh nadin van xeteran. Tê texmîn kirin, ku tenê di nav sala 2006´an da nêzikî 6.000 kes li ser riya vê penaberiyê jiyana xwe ji dest dane. (Çavkanî: Buroya Federal ya Agahdariya Polîtîk a Elmanya Federal).
Ji sala 1988´an vir da, kêmtirîn 14.714 penaber li ser sînorên Ewrupayê mirin. 10.740 ji wan li Behra Spî û Umana Atlantîk, 4.100 li qeraxên Sîcîlyayê xeniqîn, 4.445 ji wan xwestin bi avjeniyê Kanala Cebelîtarik, ku di navbera Fas, Cezayîr, Mortîtanya, Senegal û Îspanyayê da ye derbas bibin, lê belê nekarîn, an jî nêzîkî Giravên Kanaryayê xeniqîn, 2.542 li Egeyê û Adriyatîkê xeniqîn an jî xwestin xwe bigihînin girava Mayotte, ku giraveke Fransî ye di Umana Hindî da, lê nekarîn û xeniqîn, 153 penaberên mêr di konteyneran de fetisîn.
Kêmtirîn 357 kes di kamyonan da mirî hatin dîtin. 208 penaber di çemên navbera dewletan da xeniqîn. 112 kes li ser çiyayên asê qerisîn. 217 penaber ji aliyê polîsên tixûban hatin kuştin. 41 penaberên mêr di nav tekerên balafiran da perçiqîn. 12 kes di bin trênan da man û mirin. 29 kes di Derya Manşê da an jî di tunelan da xwestin xwe di bin trênan da weşêrin, lê nekarîn û mirin. 3 kes xwestin bi riya avjeniyê Manşê derbas bibin, lê xeniqîn. (Çavkanî: Fortpress Europe).
Li Fransayê, kesê ku alîkariya yekî “îlegal” bike, gor xala 622. ya Qanûna Mafên Biyaniyan ya Fransayê dikare heta 5 salan hefs, heta 30.000 Euroyî pere ceza bigre. Penaberek bi erebeya xwe va birin, an jî karta têlefona wî tijî kirin, wek “alîkarî” tê binav kirin. Ger bûyerek weha biqewime, qanûn tu ferq naxe di navbera tacirên mirovan û kesên alîkarê “îlegalan”, dilxwaz û xêrxwazan. (Çavkanî: Indymedia).
Li Elmanyayê jî, kesên wek mamosta, doktor, huqûqzan û hwd., ku alîkarî û şewirdariyê dikin, gor xala 95. ya Qanûna Îkametê dikarin ceza bigrin. Gor xala 96. ya qanûnê, li vir jî dilxwaz û xêrxwaz dikarin wek tacirên mirovan bên darizandin û ji azadiya xwe bê par bimînin. Mafê eşkere nekirina agahdariyên taybet li ser nexweşan ya nexweşxaneyan, bi hinceta diviyatiya agahdarî dayinê li ber çavan nayê girtin. Doktor, ji ber sonda Hîpokratê di tedawiya nexweşan da zehmetiyan dikşînin; ji ber ku dezgeha alîkariya civakî (Sozialamt) mesrefên “îlegalan” nagre ser xwe û ew mesref dimînin li ser nexweşxaneyan. (Çavkanî: Wikipedia).
Partiya Sosyalîst a Fransa (Parti Socialiste), di rûniştina Parlamena Fransayê ya di roja 5´ê Gulana 2009´an da, ji bo ji holê rakirina “Tawana Pişgiriyê” daxwaznameyek pêşkêş kir. Filîma Philippe Liorets “Welcome”, ku bi taybetî ji bo vê yekê li Parlamena Fransayê hatibû nîşan kirin û li seranserê Fransayê bûbû mijarek sereke û hatibû nîqaş kirin, bû sedem û hinceta vê daxwaznameyê û ev mijar li Elmanyayê jî wek Fransayê babeteke aktuel e û divê bi lez bê çareserkirin.
Parlamena Fransayê ev daxwaznameya Parti Socialiste, bi cehd û hewldanên partiya li ser hukum „Union pour un mouvement populaire“ û hin populîstên rastgir, bi 225 dengên li gel û 326 dengên dij, red kir. Li wir hîn jî alîkariya penaberan “îlegal” e. (Çavkanî : Section du Parti Socialiste de Montluçon).
(*) Ev beş, ji daxuyaniya Elmanî, ku ji aliyê şîrketê va hatiye şandin hatiye wergerandin.
( Avesta Kurd )