Tevkûjiya Dersimê qirkirina mirovatiyê ye
Parlamenterê BDP yê Dersimê Halis:Tevkûjiya Dersimê qirkirina mirovatiyê ye
Gabar Çiyan
Parlamenterê DTP/BDP ê yê Dersimê Şerafettin Halis di 1956 an de li Xozatê hatiye dinyê. Dibistana mamostetiyê li Mêrdînê xwendiye. Helbestvan e û pirtûkek wî bi navê ”Nûpelda” belav bûye.
Şerafettin Halis ji bo beşdarbûna Konferansa Dersimê, tê Stockholmê. Konferans ji aliyê Kurdocide Watch ê li Stockholmê di 24 Çileya Pêşîn 2010 de tê lidarxistin. Me xwe gihand birêz Halis û wî bersiva pirsên me da.
– DTP berî niha ji aliyê dadgeha Turkiyê ve hate qedexekirin. Lê xebata hikumeta Turkiyê ya di bin nave “vebûnê” de didome. BDP partiyek nû ye. Ji bo ku BDP bêhtir piştgiriyê bide çareserkirina pirsa Kurd, û bibe şîrikê ”vebûnê” pêşniyazên te taybetî hene?
Şerafettin Halis: Her çiqasî hikumeta AKP ê qala vebûnê bike jî, eşkere bûye ku ”vebûn”a wan, ji samîmiyeta ku mirov dixwaze dûr e. Ji aliyekî, di bin navê vekirinê dê qala mafê Kurda tê kirin, li aliyê din naxwazin partiya DTP ê -ku ji toreya tekoşîna xwe ya heqiyê û ji bedelandayina xwe ya ji bo mafê demokratîk yê Kurda tê nasîn, -bibînin. Hikumet dê rê ji qedexkirina DTP ê re veke, mafê parlementeriyên wan bi dawî bîne, rêvebir û endamên wan bide girtin û şaredarên ku bi dengên xelkê hatine hilbijartin û îradeya xelkê ne, bidine girtin, zilmê kurdan û zarokên wan bikin û di gel vê de jî dê qala vebûnê bikin. Kî dikare ji wan bawer bike?
DTP di destpêka vebûnê de hinekî bi pîvan û hêviyên bi şik alîkarî pêşkêşî pêşketina qonaxê kiribû. Û wisa hatibû gotin: ”Çi dibe bila bibe, em ê rê li ber vebûnê negirin”. Lê di navbêra pêşketinên neyênî û vebûnê de nakokî mezin dibûn. Pêşketinên neyênî, qedexekirina DTP ê bi xwe re anî. DTP ne partiya yekê ye ku hatiye qedexekirin. Hêviya min ew e ku, nema partî bêne qedexekirin û DTP bibe mîsala herî dawî.
Baweriya min ew e ku, li hemberî kêmasî û şaşîtiyan, DTP piştgiriya pêwîst dabû vebûnê.
Tiştê ku AKP ji piştgiriyê fêm dike, bê şert û bê merc qebûlkirina pêşniyazên hikumetê ye. Pejirandina daxwaziya wan, dihate wateya spartina îrade û xwestina kurdan bo wijdanê AKP ê. Qebûlkirina tiştek wisa ne mûmkûn e.
Îro, Partiya Aşitî û Demokrasiyê-BDP, xebata DTP ê ya bi cî hiştibû bi şêweyekî bi biryar û bi israr dide domandin. Wezîfeya sereke ya BDP ê, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasî, aşitî û siyasî ye.
Divê di serî bê gotin ku, tevayên gavên ji bo çareseriyê bêne avêtin divê bê piştgirî nemînin, piştgiriya wan bê kirin. Lê ji bo ku dewlet anjî AKP piştgiriyê ji Kurda bigire, divê xelkê bi xwe bidine bawerkirin û cidîbûna xwe ispat bikin. Dema bawerî û cidiyet tune be, piştgirî jî nikare bê girtin. Mirov, bi metodên ne cidî, nikare bighêje ancamên xwe.
Divê AKP berî hemû karan, li ser wateya vebûna dewletê projeyekî birêkûpêk pêşkêş bike. Paşê tevayê operasyonên leşkerî rawestîne, rewşa aşitiyê pêk bihêne, dest bi diyalog û danûstandinê bike. Pêwîst e herdû alî, ji aliyê hîsî ve hev fêm bikin. Ne li ser pevçûnên berê, kavilkirin û neyartiyê, lê belê ji bo berjewendiyên civakî yê pêşerojê, aşitî, dostaniyê û siyasetê bikin. Giring e pirs ji binavkirinên ”teror” û ”ewlekariyê” rizgar bibe û di şûna wê de, bi navê mafê neteweyekî û gelekî bê binavkirin.
Divê dewlet-AKP sedema derketina serê çiyan bi pêlkirina mafan ve girê bide û bi vê rastiyê nêzî pirsê bibe. Her wisa, BDP ê û ne gelekî eşkere be jî PKK û Evdile Ocalan weke niwênerên bingehîn yê çareseriyê bipejirînin. Li gorî rewşa Turkiyê, hasasiyet û rûhiyeta civatê gavan bavêjin, li gorî mecalan têkiliyên yekser û yên din bê danîn.
– Berî niha bi rêya di pirskirinekî, te ji serokwezîrê Turkiyê Erdogan xwestibû ku, cihê goristana 7 kesan, Serokê Hereketa Dersimê Seyid Riza û kesên pê re hatibûn îdam kirin, eşkere bike. Bi qasî em dizanin, nêzîkbûnek erênî li ser pirsê pêk hatibû. Ji pirsê çi hat fêmkirin, encamek bi dest ket, an na?
Şerafettin Halis: Xebatên min yên li ser Dersimê pir in. Ji dema hilbijartina temuza 2007 an ve, anku ji destpêka xebata me ya parlementoyê hetanî niha, me pirsa ”cihên goristana wan li çi deverê ne?” dubare kir. Wan, piştî demek e dirêj dîtina xwe ya li ser pirsê wisa anîne zimên: Pir lêkolîn hatin kirin lê cihê goristanên wan nayê zanîn.
Min piştre pirsek din ji wan pirsî: Dema dewletek mirovan îdam bike û cihê goristana wan nizanîbe, suc e an na? Pêkanînên 1937-38 an yê di bin navê ”tedip” û ”tenkil” de hatine kirin, sucek li dijî însanetiyê ye, an na?
Lê mixabin e ku hetanî niha bersiva min nehatiye dayîn.
Ji bo ku navê Tunceli ji holê rabe û dever bi Dersimê bê binavkirin, navê wê paşde bê danîn, ji aliyê min ve pêşniyazek hatibû pêşkêşkirin. Pêşniyaza min guhertina qanûnî dixwaze. Demek e ku bi erênî nêzî pêşniyazê dibin.
Tevkûjiya Dersimê ya 1937-38 an li dijî însanetiyê bû. Li ser vê bingehê, min, ji bo ku rastiya bûyerê eşkere bibe, pêşniyazek pêşkêşî meclîsê kiribû ku komîsyonek lêkolînî bê avakirin.
Bi vekirina arşîvan re, hejmara kesên hatine sirgonkirin û kûştin, hejmara zarok, jin, mêr û pîrên hatine qetilkirin çiqas e, pirsên bêbersiv bûn ku em li bersivan wan geriyan. Em ê bi israr li wan bersivan bigerin.
– Cenabê we beşdarî Konferansa Dersimê dibe. Hûnê bi giranî çi bînine zimên?
Serafettin Halis: Hetanî niha li ser Dersimê pir tişt hatin gotin û nivîsîn. Divê berî her tiştî mirov spasiyên xwe pêşkêşî wan kesan bike ku eleqat nîşan dane û li ser pirsê kur bûne. Lê divê neyê jibîrkirin ku nivîs winda nabin û dibin dokumentên dîrokî. Lewma divê nivîskar pirsê cidî bigirin û berpirsiyariyên xwe bi cî bînin.
Bi giştî tiştên li ser Dersimê hatine gotin, şaşîtiyên xwe ji rastiyan bêhtir in. Li ser pirsê zaniyariyên hene, ji hinek awiran ve ne zelal in. Lewma lêkolîn û nivîsên li ser pirsê cidiyet û berpirsiyartiyê dixwazin. Divê ev alî neyê jibîrkirin.
Ez ê di konferansê de, bêhtir li ser sedem û encamên tevkûjiya Dersimê kur bibim. ”Rewşa civatê ya berî şer” û ”pêwîstiya dewletê bi rûbirûkirina dîrokê” du mijarên giring in û ez ê dîtina xwe li ser van xalan bi beşdaran re pay bikim.
EuroKurd News – eurokurd.net