CîhanRojev

Fîdan: Dewleta Sûriyê yan dê PKKyiyan paşde bişîne yan jî wan ji holê rake!

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan dibjê: “Dewleta Sûriyê ji bo yekparçeyiya xwe ya netewî misoger bike dê hemû endamên PKKê yên ku ji welatên cuda hatine, yan paşde bişîne yan jî tine bike.”

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan li ‘Maseya Edîtoran’ a Ajansa Anadolu bersiv da pirsên rojnamevanan.

Çend xalên ji daxuyaniyên Hakan Fîdan:

Di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şara de derbarê pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê de hevdîtineke berfireh hat kirin. Bi taybetî di warê têkoşîna li dijî terorê de civîneke berhemdar bû. Têkiliyên me dê di serdema nû de geş bibin.

Di serdana Şara de gavên ku li dijî PKK-YPG’ê bên avêtin hatin nîqaşkirin. Metirsiya çekdarî hebe yan nebe ji bo me mijareke girîng e. Min dît ku di mijara PKK/YPGê de hişê birêz Şara pir zelal bû. Ev zelalî di astekê de ye ku pêwîstiyên ewlehiyê yên Tirkiyê têr bike.

Divê li Sûriyeyê rêveberiyeke berfireh bê avakirin. Daxwaza me yekîtiya Sûriyê ye. Di rojeva hikûmeta Sûriyê de fikrên weke federasyon û otonomiyê nînin.

Fîdan, bal kişand ser serdana xwe ya Iraqê jî, diyar kir ku ew li bendê ne ku PKK bi temamî ji Şengalê were derxistin û got, “Ew zilamên ku me li Tirkiyeyê nehiştin, Iraq û Sûriyeyê dagir kirine.”

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî diyar kir ku dixwaze welatekî ji kaosê rizgar bike û wiha got: “Ev lîderekî ku dixwaze vî welatî ji şer û pevçûnan rizgar bike. “Haya wan heye ku heta PKK hebe nikarin veberhênanê bikin.”

Bi rêya dîplomasiya bi Iraqê re li dijî PKK’ê helwesteke hevpar hate girtin. Divê PKK bi temamî ji Iraqê bê derxistin. Iraqê rastiya PKKya rêxistina terorê dît. Wan perspektîfa cîhanê ya ku komên çekdar li ku ne fêm kirin.

Em ê di têkoşîna li dijî DAIŞê de însiyatîfên herêmî biavêjin û di navbera Tirkiye, Iraq, Sûriye û Urdunê da mekanîzmaya hevpar ava bikin. Bi mekanîzmaya hevpar a ku were avakirin, em ê bi hev re gavên pêwîst bavêjin. Emê bi Iraq, Urdun û Sûriyê re hevdîtinan pêk bînin. Her 4 welat wê cara ewil di forma 3+3 de li Urdunê bên cem hev.

Ez daxuyaniyên birêz Bahçelî di warê derxistina xalîçeyê ji bin terorê de gelekî girîng dibînim.

Pir girîng e ku meriv ji bo Tirkiyeyeke bêteror, bêyî ku li benda destûra tu kesî be, tenê ji bo berjewendiya welêt, bi biryara serbixwe ya welêt vî şerî bimeşîne.

Pêşîtiya me ew e ku em bi her rêbazê li dijî terorê şer bikevin. Em li ser armanca Tirkiyeya bêteror hesas in. Pêşîtiya me her tim têkoşîna li dijî terorê ye. Em hemû gavên pêwîst diavêjin ku rê li ber terorîzmê bigire.

Back to top button