Fermana serokê Kurdistanê ji bo encamdana referandumê
Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li daxuyaniyek de, fermana serokê Kurdistanê maesud Barzani di derbarê referandumê de ragihand.Îro pênçşem 08/06/2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi fermana Herêmî hejmara (106) ku li 08/06/2017 derxistiye biryar daye rapirsî li roja 25/09/2017 bê encamdan û ji bo vê mebestê Komîsyona Bilinda Serbixweyiya Hilbijartin û Rapirsiyê raspardiye ji bo encamdana proseya rapirsiyê û eve jî bi mebesta bi cîhkirina mafê çarenûsê ji aliyê gelê Kurdistanê.Li fermanê da Serokê Herêma Kurdistanê biryar daye ku rapirsiyê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê encam bide û li rapirsiyê da pirsiyar li wê yekê bê kirin ku gelo dixwazin Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê bibê dewletekî serbixwe û Komîsyona Bilinda Serbixweyiya Hilbijartin û Rapirsiyê raspardiye ku kar ji bo rexsandina warê beşdarîkirina revenda Kurdistanî li derveyî welat ya li vê proseyê da bikin.Her wiha birêz Serokê Herêma Kurdistanê vê fermanê derxistiye li gor yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê û li ber çav girtina berjewendiya giştî, û piştbestina bi bingehên mafê çarenivîsê ku mafekî ji aliyê civaka giştî ya Neteweyên Yekgirtî ve jî hatiye pejirandin û bi vê yekê gelê Kurdistanê xwediyê hemû taybetmendiyên xwe ye li ruyê ax û ziman û çand û dîrok û şunas, û hemû bingehên pênasandinê wekî gelek, ji bo wê yekê bi hemû pêveran maf heye biryar bide li ser çarenûs û paşaroja xwe.Fuad Husên ragihand Serok Barzanî wê yekê xistiye rû ku gelê Kurdistanê her li dirûstbûna dewleta Iraqê xebatê kiriye ji bo çespandina mafan û ji bo pêkve jiyanekî aştiyane li gel gelên dinê Iraqî, û ji bilî wê yekê li encama xebata tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê, çendîn soz û belgename ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve hatine pêşkêş kirin. Lê belê li encamê da hemû hatin binpêkirin û piştguhxistin û bersîva daxwaziyên ji bo gihîştina bi mafên rewa bi agir û hesin hatiye dayîn û gelê Kurd tûşî êşan hatiye wekî jenosaydkirina li jêr navê enfal û raguhestin(nefîkirin) û nîştecîhkirina bi zorê û herifandina gund û avahiyan û jêrxana aborî, û bikaranîna gazê jehrawî ya qedexekirî li dijî xelkê sîvîl.Her wiha ragihand birêz Serokê Herêma Kurdistanê li fermanê da behsa ewe kiriye ku piştî proseya rizgarkirina Iraqê li sala 2003 û hatina pêşve derfetekî nû ji bo binyatnana Iraqê li ser bingeha demokratî û fireh hîzbî li ser bingeha yekîtiyekî dilxwazane ku têda mafê hemû pêkhatan parastî bê, gelê Kurdistanê ji bilî nehametî û qurbanîdanê beşdariyekî çalak li binyatnana Iraqa nû kir û danîna destûrek ku mafê pêkhatan jî têde parastî bê. Lê belê piştî derbasbûna çendîn salan, Iraq hê jî pire li binpêkirina destûrê û girîngtirîn payeyên federalî ku dabeşkirina dahat û diyarkirina sînorê Herêmê nehatine bi cîhkirin. Li gel eve da jî budçeya Herêma Kurdistanê hatiye birîn û maddeya 140 a destur nehatiye bi cîhkirin û encumena federalî jî nehatiye dirust kirin ku ew hemû binpêkirina destûrê ne û li gor dîbaceya destûrê hatiye balkişandin “Pabendbûna bi vê destûrê yekîtiya dilxwazaneya Iraq û gel û ax û serweriya wê diparêze”, Ji bo wê yekê bi berevajî ve binpêkirina wê dibê sedema veqetînê.Her wiha Fuad Husên got: Li fermanê da hatiye, bi sedema berdewamiya hikumet û serkirdayetiya siyasî ya Iraqê li ser siyaseta binpêkirina destûr û piştguh xistina mafên gelê Kurdistanê û piştî şêwirîn û guftûgoya li gel aliyên siyasî me biryar da vegerîn li ser ra û îradeya gelê xwe bo ku biryarê li ser çarenivîs û paşaroja xwe bi encamdana vê rapirsiyê bidin.Fuad Husên li dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ji bo vê mebestê em îro li Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê civînek li gel Komîsyona Bilinda Serbixweyiya Hilbijartin û Rapirsiyê kir û raguherîn û guftûgoyeke têr û tije di derbarê naveroka vê fermanê û pêdivî û karên teknîkî û çawayiya birêvebirina proseyê kiriye. Encama civînê bi erênî hatiye helsengandin.