Polîtîk
Fehmi Demir Bû serokê HAK-PARê
Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê kongreya xwe ya 6ê li Enkere pêkanî.
Di kongreyê de du berendam ji bo serokatiya partiyê hebûn. Fehmî Demir û Bayram Bozyel ji bo serokatiyê berendam bûn.
Cara yekem dema dengdan çêbû, Fehmi Demir 278 deng û Bayram Bozyel 164 deng anîn. Vê yekê têrê nekir ku yek ji wan bo serokatiyê bête hilbijartin.
Piştî vê dengdanê Bayram Bozyel xwe ji berendamiyê vekişand û Fehmî Demir wek serokê HAK-Parê hate hilbijartin.